Em kurd neyartîya tu miletî nakin, em dixwazin her milet bigihîje heqê xwe, zulm li tu kesî, li tu miletî nebe, her kes azad bijî; tu milet nebe bindest, welatê tu miletî neyê dagirkirin.
Lê di eynî wextê da gerrek em bi dengekî bilind bibêjin, ”bihuşta ez ne tê de
bim bira ker û kûçik tê da vegevizin.”
Rehetî, azadî, serxwebûn, dewlet dibê ne ji bo miletên din tenê be, ji bo me kurdan jî
hebe, dibê em kurd jî wek miletên din xwedî dewleteke netewî bin, li welatê xwe
azad bijîn. Û viya bixwazin.
Tu dewlet ji destpêkê mikemel, bêqusûr nexuliqî ye, wek her tiştî dewlet jî,
sîstem jî bi wextê ra diguhere.
Nuha li du beşên Kurdistanê, li Başûr û Rojava bingeha dewleteke netewî,
Kurdistaneka azad hatiye danîn, tiştê maye îlankirin û naskirina wê ye.
Dagirkerên welatê me vê rastiyê dibînin û ketine panîkê, bi hemû hêza xwe
dixwazin li Kurdistana Rojava û Başûr rê li ber avabûna dewleteke kurd bigirin.
Yên herî êrîşkar tirk in, dixwazin Kurdistana Rojava bifetisînin.
Jixwe yên heta nuha nehîştine kurd bibin xwedî dewlet tirk in. Di Şerê Cîhanê
yê Yekê da kurd bûbûn xwedî Kurdistaneka mezin, tirkan nehîşt. Ne li bakur
tenê, li Başûr û Rojava jî wan nehîşt Kurdistana serbixwe ava bibe.
Tirkan hebûna xwe bi tunebûna me va, bi helandina me va, herî kêm bi bindestîya
me ya ebedî va girê dane. Dibêjin ji bo ku Tirkiye bimîne gerek kurd li tu
beşekî Kurdistanê nebin xwedî dewlet. Heger dewleteke kurd çêbibe, Tirkiye ewê
nemîne, koka tirkan ewê biqele, tirkê tar û mar bibin. Ji bo wê jî gerek kurd
tu carî, li tu derê nebin xwedî dewlet.
Garantîya hebûna me jî girêdayî serketina li hemberî tirka ye, heta em zora wan
nebin, wan ji pêxîla xwe nexînin li tu derê rehetî ji me ra tune ye.
Li rojava û başûrê Kurdistanê bingeha em zora tirkan bibin çêbûye, lê hin
gelşên di nabêna rêberên me da bûne problem. Dibê em wan gelşan zû çareser
bikin û bi hemû hêza xwe Kurdistana Rojava ji êrîşên tirkan û terorîstên ereb biparêzin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar