11 september 2025

Payizê îro xwe baş nîşan da

Li Hanîngeyê îro hewa gelkî ne xweş e, baraneka bi zirp dibare, ewrekî giran, wek konekî reş xwe bera ser Hanîngê daye, bayekî pir zêde tê. Çûk bi çûktiya xwe ji hêlîna xwe dernayê.
Payizê xwe baş nîşan da. dêdî dibê meriv xwe ji sermê biparêze.

Xanim seet  berî 15.00´a çû neviyê me Aras ji zarokxanê bir mal. Her danê esir, diçe 3 seetan alîkariya xanima Rojanê me dike.

Nuha ez li malê bi tenê me, min bîstekê li balkonê(şaneşînê)li barîna baranê, li beza hin cîranên dibezin malên xwe temaşe kir.

Baş e ku balkona me camkirî ye, ez naqefilim û şil nabim. Bi kêfa dilê xwe li der û dorê, li yên tên û diherin sêr û temaşe dikim.

Li Alby xaniyê me bi hewş bû, min li hewşê li kesên diçûn û dihatin temaşe dikir, li vir ez hinekî li bilind im, ji jor da temaşe dikim. Temaşeyeke pir cihê ye, ez li jo rim, ew li jêr in…

XXX

Charlie Chaplin ji bo çi ne fîlmên bi deng, pandomîm tercîh kiriye, gotiye:

”Ez bipeyivîyama tenê yên bi îngilîzî zanîbûn ewê fêm bikirana, lê fîlmê bêdeng her kesê kanibe fêm bike…”

Camêr bi rastî jî komedîyenekî mezin bû, bi pandomîmên xwe bû îkonekî dinyayê yê bêemsal.

Mala wî ava be, ruhê wî şad be

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar