Derew bizir(toxim) e, yek çelî dide.
Her yekê çelî bizreke, her yekê wan jî çelî dide.
Zanîn jî bizir(toxim) e. Yek sedî dide.
Her yekê sedî jî bizrek e, ew jî zanebûnê didin te û îlhamê jî didin zarokên te.
Jîrî av e, bizir(toxim) jî bi avê hişin tê, derewê jî, zanîn jî.
Qabîlîyet ax e, tu çi biçînî tu yê wê biçine; tu neçînî zexeliyên bidin ser.
Qeder, fena merşa di çandira te da ye, tayê wê Manîtuya Mezin dide, tu tevnê çêdikî, neqş ji te ne, reng ji Xwedê ne.
Şans ziblekî xwezayî(tebiî)ye, kînga ewê li ku keve dîyar nabe; heger bikeve ser merşa te, ewê qilêr bike, lê heger bikeve ser axa wê ewê wê bêslî bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar