11 september 2025

Di navbera min û GROK´ê da minaqaşeyeke balkêş !

Do bi şev li ser koçberên tirk û kurd min pirsek ji GROK´ê kir. Min bi kurmancî pirsîbû, wê bi tirkî bersîv da min. Ez matmayî mam, min jê pirsî:

-Min bi kurmancî ji te pirsî, te bi tirkî bersîv da min. Çima?
Tu çi zanî ez bi tirkî zanim?*
GROK´ê ev bersîva jêr da min. Got ji ber min bi tirkî bersîv da te ez poşman im û heger tu bixwazî ezê wê bersîvê bikim kurmancî û ji nû va bişînim.

Min qet dest nedaye îmlayê, zimanê wê. Kurmancîyeke mikemel e. Xwezî kurmancîya her nivîskarê me jî hewqasî rast û xweş bûye.
Bersîva GROK´ê:

-Ez poşman im ku min bi Tirkî bersiv da, dema te bi Kurmancî pirsî. Sedema vê yekê ev e ku min fikir kir dibe ku bersivek bi Tirkî ji bo te zelaltir be, ji ber ku gelek kesên ku bi Kurmancî diaxivin jî bi Tirkî dizanin, û carinan di vê çarçoveyê de bersivên bi Tirkî tên xwestin. Lê ev tenê texmînek bû, û min ne zanibû ku tu bi Tirkî dizanî an na – ev xeletiya min bû ku min berê tevlîhev nekir.Ji niha û şûnde, ez ê bi Kurmancî bersivê bidim, heger tu bi Kurmancî bipirsî. Ger tu bixwazî, ez dikarim bersiva berê jî bi Kurmancî ji nû ve binivîsim. An jî, eger tu tercîh bikî ku bi zimanekî din bersivê bistînî, ji kerema xwe ji min re bêje!
Ji bo pirsên te yên din, ez li vir im. Tu çi dixwazî bêtir bizanî?

 -Gelek sipas, ev bersîva te têra min dike. Ez kurd im, tim bi kurmancî bersîvê bide min.

GROK: Gelek sipas ji bo zelalkirinê!
Ji niha û şûnde, ez ê tim bi Kurmancî bersivê bidim te. Ger pirsên te yên din hebin an hewceyî alîkariyê bibî, tenê bêje, ez li vir im!

*NOT:
Dibê ez li xwe mujir werim cara dawî dîsa li ser Tirkiyê bi tirkî min tiştek jê pirsî bû. Dîyar ew di bîra wê da maye, lema bi tirkî bersîv da min. Yanî sebeb ez im, lê min jê ra negot.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar