10 september 2025

Sîtila kurdan ne hewceyî zebanîyê nobetdar e

Îro jî ezê bi vê çîroka cahnimê rewşa kurdan, xêrnexwaziyan wan a li hemberî hev taswîr bikim. Di teşbîhê da xeta tune...
Li cahnimê ji bo her miletekî sîtilên(kergeyên)qîr û qitranê cihê, cihê  hatibûn danîn. Li ber her sîtilê jî zebanîyekî zebelih wek nobetdar sekinîbû; ji bo ku nehêle kes ji sîtilê bireve.

Tiştê balkêş, li ber sîtila kurdan zebanî tunebûye.
Tirkekî ev yek meraq kiriye, sebebê vê yekê pirsîye:
-Li ber sîtila her miletî nobetdarek heye. Çima li ber sîtila kurdan tuneye?
Gotine:

-Yê bixwaze ji sîtila wan derkeve ew bi xwe bi paş da dikşînin nav sîtilê. Lema sîta kurdan ne hewceyî tu nobetdarî ye.
Dersa em ji vê çîrokê bigrin ev e, gelekên me xêra hev naxwazin. Lê bi taybetî jî gelek siyasetmedarên me, gorra hev dikolin.

XXX

-Ez ji zarok bişirînê, ji pisikê huzûrê, ji kûçik jî dostanîyê fêr bûm. Fahmkirina însên hedê min derbas kir.

Kê gotiye ez nizanim, lê ez jî di wê baweriyê da me.

Însan wek bîreke bêbîne ye, tu çiqasî dakevê jî tu nagihîje binî.

Hin rastiyên meriv dibêje gerek her kesê ne kor bibîne, gelek kes nabînin, ya jî ji nedîva tên.

Lema jî ji dereweke dijmin a bi boçik bawer dike, dev ji rêberê wî dibe berbî karasateke mezin bernade.

XXX

-Me ker xist dewsa hespê, pesnê wê da, nuha di her fersendê da me dide ber tîzik û pihîna.

Me da destê dînê rentele ço, her cara dilê wî dixwaze me dihingêve, têr dide ber ço.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar