Hin hunermend, artîst, komedîyen li hemberî asîmîlasyonê, li hemberî felaketa hatiye serê miletê wan bêxem in, ew jî bi hunera xwe zarokên kurd asîmîle dikin.
Ji dêlî kurdî li ber çav û dilê kurdan, zarokan şîrîn bikin, wan bihewisînin
kurdî, bi berhemên xwe tirkî dikin zimanê wan.
Li gorî anketa Navenda Vekolînên Meydanî yên Sosyo-Polîtîk, li Kurdistana Bakur
jimara zarokên bi dê û bavên xwe ra kurdî dipeyivin ji sedî 1,3 ye.
Ma felaketeke ji viya hîn mezintir heye?
Ev yek jî gava pêşî ya tirkbûna miletê kurd e. Her kurd vê felatê dibîne, hin kes jî guh û çavên xwe jê ra digrin, heta bi kar û xebatên xwe ew jî dibin destegên vê felaketa hatiye serê me.
Felaketeke ji viya mezintir tune ye. Jimara zarokên bi dê û bavên xwe ra bi zimanê xwe bipeyivin dakeve ji sedî 1´ê ew milet êdî ji kok da asîmîle bûye.
Li gel vê felaketa hatiye serê miletê kurd jî hin hunermendên me li Wêranşarê bi zarokan ra vîdeoyên bi tirkî çêdikin, bi tirkîyeke stenboliyên pir sosyetîk şîretan li zarokan dikin.
Carnan vîdeoyên bi kurmancî jî çêdikin, lê destê wan ji tirkî nabe. Ya herî xerab dema bi zarokan ra tirkî dipeyivin.
Ûjdanê wan çawa tiştekî wiha qebûl dike ez fahm nakim!
Kurmancîya wan pir baş e, ji dêlî du gotinan bi kurmancî bibêjin, zarokan teşwîqî kurmancî bikin, zarokan dihewisînin tirkî, wan asîmîle dikin.
Kurd wek milet asîmîle bûne, jimara zarokên bi dê û bavên xwe ra kurdî dipeyivin daketiye ji sedî 1´ê, lê ew vê felaketa netewî ji nedîva tên, ji bo zewqa xwe ya ji tirkî dev ji komedîyên bi tirkî bernadin.
Em kurd îro ne motajî henek û komedîyên bi tirkî ne, îro roj ew ji me ra mirinê nêzîktir dikin.
Her fîlm, tîyatro, komedîyên bi tirkî xizmeta ji asîmîlasyonê ra re, ji sedî 1´ê zarokên mane jî asîmîle dike.
Dibê meriv xebatên wiha rexne bike, bala hunermendên, artîstên van karan dikin bikşîne; dibê xebatên xwe bi kurdî bikin.
Îro ne roja sinetkar, nivîskar, hunermendên kurd hunera xwe bi tirkî îcar bikin, bi zarokên kurd ra vîdeoyên bi tirkî çêkin.
Berhemên wiha zirareke mezin
dide kurdan. Kurdî di komayê da ye, li ber sikratê ye. Her xebat û berhema bi
tirkî mirina kurdî nêztir dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar