08 september 2025

Ji sedî 1,3´yê zarokên kurd bi dê û bavên xwe ra kurdî dipeyivin

Do min gotibû belkî îro jî nikanibim tiştekî binivîsînim. Lê carnan hesabê mal û bajêr li hev dernayê. Texmîna min jî şaş derket. Îro kanim sîsa aktîv bim.

Min çer kompîtora xwe vekir parvekirina mzmoate Mîkaîl Bulbul bala min kişand. Gava min xwend kizînî bi dilê min ket.

Navenda Vekolînên Meydanî yên Sosyo-Polîtîkê li 23 bajaran (Amed, Batman, Stenbol, Wan, Ankara ...) anketek li ser halê kurdî dereca asîmîlasyonê çêkirîye.

Li gor vê anketê ji sedî 97,9´ê kurdan dixwazin perwerde bi kurdî be, zarokên wan bi kurdî bixwînin.

Dîsa li gor vê anketê êdî tenê ji sedî 20´ê zarokên kurd bi kurdî dizanin. Vana zarokên hinekî mezin in.
Lê malwêraniya herî xerab zarokên bi dê û bavên xwe ra bi kurdî dipeyivin tenê ji sedî 1,3 ye.
Yanî meriv kane bibêje kurd wek milet êdî asîmîle bûne, zimanê miletê kurd êdî ne kurdî ye, tirkî ye. Felaketeke pir mezin e, lê piraniya kurdan jî ji viya aciz nabin.

Min ev malwêranî, ev felateka netewî 40 sal berê texmîn kir û di rojnameya Armancê da defa hawarê lêxist.
Min di gelek kovar, rojname û platformên din da jî  kir gazî û hawar, min bi sedan siyasetmedar, nivîskarên kurd rexne kirin, min got dev ji tirkî berdin, em dihelin, dibin tirk.
Bi ya min musebibên vê felaketa netewî ne dewleta tirk tenê ye, kurd bi xwe ne, serok û siyasetmedarên kurd in. Kesên sîyaset bi kurdî kirine.
Wan ji dewletê bêtir zarokên xwe û kurd asîmîle kirin.
Ji bo Kurdistana serbixwe, ji bo azadîya miletê kurd partî çêkiribûn, micadela dikirin, diketin zindanê, ezîyet û cefa dikşandin, lê dev ji tirkî bernedidan, bi zarokên xwe ra tirkî dipeyivîn, siyaset bi tirkî dikirin, bi tirkî dinivîsîn.
Dema ji 30 mîlyon kurdî 1,3 zarokan bi dê û bavên xwe ra kurdî(kurmancî-zazakî)bipeyivin ev tê maneya kurd wek milet asîmîle bûne. Dibê meriv fatîheyekê li ser kurdî bixwîne, bibêje berê zimanê me kurdî, lê ji ber bêxîretiya me dev jê berda, me tirkî kir zimanê xwe.
Gava kurdî nemîne kurd sedîsed dibin tirk. Çimkî em bi zanimê xwe, bi kultura xwe kurd in û tenê bi van herduyan ji tirkan cuda ne.
Gelo em çawa kanin rê li ber vê felaketa netewî bigirin, nehêlin em bihelin, bibin tirk?
Gelo ev mimkûn e?
Mimkûn e, lê girêdayî xîreta me ye, girêdayî îstîkrara me ye.
Ji bo ku em rêjeya asîmîlasyonê kêm bikin dibê em kurdî bikin zimanê malê û bazarê û sîyasetê.
Dibê êdî her kurd bi zarokên xwe ra kurdî bipeyive, zarokên xwe fêrî kurdî bike. Û mezin jî her tiştê xwe, her karê  xwe, bi taybetî jî alvêra xwe bi kurdî bikin. Li çarşî û bazarê tirkî nepeyivin, dibê zimanê malê û  bazarê bibe kurdî. Heger ev nebe û em li bende demokrasîya tirkan bin emê pûş bikutin; tirk di demek nêza da tu mafî nadin me. Çimkî dibînin em dibin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar