Bi hêviya sala 2025´a ji bo gelê me bibe sala serktinê û azadiyê.
Bi vê hêviyê sala we ya nû pîroz be !
Gott nytt år!
Bi vê hêviyê sala we ya nû pîroz be !
Gott nytt år!
Îhtîmala Sûriye ji hev da bikeve, wek dewleteke serbixwe nemîne, ji ya mayina wê zêdetir e.
Çimkî çete û terorîstên hatine ser hukim ne
merivên kanibin dewletê îdare bikin. Û karên pir xerab dikin.
Tirkiye jî bi hostayî bingeha belavbûna Sûriyê tekûz dike.
Çimkî nêtxerab e, li dû nêçîra xwe ye, dixwaze Kurdistana Rojava û Sûriyê lûp bike, daqultîne.
Gotina ”min jiyan kir” bûye benîştê devê gelek kesan, bûye qîreke nayê pakkirin. Min çend caran li ser şaş bikaranîna wê lêkerê nivîsî lê pere nake.
Camêrekî di Facebookê da gotiye, filan keso ”C. C… 88 salan
jiyan kir…
Ev çend sal in bi riya telewîzyonê û medyaya sosyal gotineke şaş (min jiyan
kir)ketiye devê hin kurdan, ji devê wan dernakeve.
Gava ez dibînim lêkera "jîn, jiya, dijî, bijî" şaş tê bikaranîn pir li ber dikevim. Xerakirina lêkereke kurmancî bi min zor tê.
Bi dîtina van hersê dostên xwe yên hêja, bi mazûbaniya ji wan ra pir kêfxweş bûm.
Min bi destên xwe ji wan ra qahwake kurdî a kizwana çêkir. Me sohbetek xweş û bi fêde
kir.
Dem Partiyê li ser hevdîtina Pervîn Buldan xanimê û Sirri Sûreyya Onder a bi Evdila Ocalan ra beyanek daye. Min bi xwe ji beyanê qet tiştek fêm nekir. Belkî jî ji min da ye...
Bi ya min beyaneka vala, beradyî ye. Diyar e gelşek heye, dewlet ji Evdila Ocalan hîn tam ne
razî ye.
Beyana DEM partiyê dişibe tiştanokên/mamikên kurmancî, tiştekî min heye, ew çi ye ?
Xeznewî di axaftina xwe da li ser gefên terorîstên ereb jî rawestiya, got:
”Kes nikane kurdan tine bike. Ji me ra dibêjin, ‘Emê wan û çekên wan binerd
bikin’.
Oxlim(lawê min) bavê te nekanibû!
Di nivîsê da ”rûnê zeytûnan” jî bi kar anîye.
Em li Wêranşarê tenê dibêjin ”ZEYT”.
Em nabêjin ”zeyta zetûnan” ya jî ”rûnê zeytûnan”.
Zeyta me qediyaye dibê ez herim bikirim.
Ez ji xwarinên zeytê hez dikim.
Li Wêranşarê gava te got ZEYT, her kes fêm dike tu qala çi dikî.
Ji rûnê heywîn û netaban ra meriv dibêje rûn, lê ji yê zeytûnan ra meriv dibêje
zeyt.
Kekê hêja Ahmed Zekî Okçuoglu, li ser girîngiya tifaqa kurdan a netewî ya li Rojavayê Kurdistanê ya dilê min pir xweş gotiye. Lema jî ez wan gotinên wî dikim kurmancî:
Berpirsiyarê Pêwendiyan Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso ji Rûdawê ra gotiye, “Li Serê Kaniyê tenê 44-45 kurd mane.”
Serê Kaniya ji sedî nodê nufûsa wê kurd bûn, Tirkiyê di nav 5 salan da 44-45 kurd lê hîştine.
Ev jenosîdeke pir mezin e. Bajarekî ji sedî 90´ê nufûsê kurd be, piştî 5 sala 50 kurd lê
nemîne !
Fîlîp Hammar bavê xwe Lars Goranê 80 salî bi hevalê xwe Fredrik Wîkîngsson ra dibe Fransayê, der û mekanên bavê wî pir jê hez dikir, havînan tahtîla xwe li wan deran diborand digerîne. Him jî jê ra qala bîranînên xwe û wî dike. Bavê xwe dibe dibe wan rojan.
Lars Gosta Hammar mamosteyê fransî bûye û di çend fîliman da jî rol girtiye. Şexsîyetekî nas ê telewîzyona Swêd e.
Di gerra me ya îro da ez û xanim rastî çend darên sêvan hatin, pel weşandine lê sêv hîn pêva ne.
Sêvên pir hûrik in. Lê taxa me ji van deran çend heb hene. Îsal pir sêv girtibûn.
Neweşîna sêvan hetanî nuha tiştekî balkêş e!
Rejîma Beşar Esed hilweşiya. Lê yên hatine dewsa wî ji Esed
pir xerabtir xuya dikin.
Bi îhtîmaleke mezin xelkê, xiristîyan, elewî ewê bibêjin xwezî bi rejîma Esed. Terorîstên îslamî ji nuha da pir êrîşkar, bêtolerans hereket dikin.
Dest bi girtina însanan kirine, tiştên pir metirsîdar
dikin. Xelkê digrin, lînc dikin, însanan wek kûçikan didin ewtandin.
Min nuha xwar, xwe pê kuşt ! Dahmê da boçikê...
Min hewqas ecele kir, min hêka xwe ji bîr kir.
Tu sos wek sosa vî masîyê sîll ne xweş e, ez kanim şûşakê bixum.
Li mala me bêyî min kes naxwe, ne xanim, ne jî zarok devê xwe pê nakin, madê
xwe jê digerînin.
Ji ber du sebebên esasî di Şerê Cîhanê yê Yekê da Kurdistaneka serbixwe(başûr, bakur û rojava di nav da)çênebû.
Sebebê yekê, ji ber nakokiyên di nabêna serokeşîr û mezinên
wê demê da bû. Serok û mezinên kurdan li hev nekirin, neyartiya hev kirin, eşkere û di bin
ra bûn hevalên tirk û ereban.
Sebebê duduya jî, dîn, biratiya îslamê ya bi tirk û ereban ra bû. Dîn û biratiya bi tirkan û bi ereban ra di ser tifaqa netewî ra û çêbûna Kurdistanê ra dîtin. Ji bo wan hevaltî û piştgiriya tirk û ereban ji çêbûna dewleta kurd muhîmtir bû.
Îslamîstên trik jî wek kemalîst, faşîstên tirk antî kurd in, ji kurdên miletperwer, nasyonalîst nefret dikin.
Hin îslamîstên kurd jî di bin tesîra îslamîstên tirk da mane, ew jî wek wan li dijî miletperweriya kurdî ne, kurdên nasyonalîst rexne dikin, dibêjin gerek kurd nebin nasyonalîzim, mîlîyetçîtî xerab e. Li ser vê gelek demagojiyên teorîk dikin.
Hewldanên Amerîka û Fransayê ji bo yekîtiya kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Heyetên Amerîkayê û Fransayê li Qamîşloyê bi berpirsiyarên ENKS´ê û HSD´ê ra hevdîtinan dikin, şîreta li serok û siyasetmedarên kurdan dikin.
Hêvî dikim serok û berpirsiyarên herdu alîyan bi
mizgîna yekîtiyê dilê miletê xwe xweş bikin. Me û dostên me xeyalşikestî nekin !
Miletê kurd jî yekîtiyê, tifaqê dixwaze, li ser sînoran dua dike.
Heyetên amerîkî û fransî ji wan ra dibêjin law em ketine bextê we zû yekîtiya xwe çêkin.
Senatorên Partiya Cumhûrîyetçî Lindsey Graham û Senatorê Partiya Demokrat Cris Van Hallen ji bo cezakirina Tirkiyê pêşniyarek bi navê ”Qanûna micadela li dijî êrîşkariya tirk” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê kirin.
Di pêşniyarê da ji bilî cezayên leşkerî, li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê daxwaza herêmeke bêsîleh jî heye.
Ev ”hersê şert” jî
demagojî ye, qal û qîlên redkirina hevakariyê ye.
Lê li gel vê jî serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî jî eynî tişt çend caran dubare kir;
got têkiliyeke wan a organîk bi PKK´ê ra tune ye, ji hevalên PKK´ê û şervanên biyanî ra gotine, ji bo alîkariya we ya heta nuha mala we ava be. Lê êdî dibê
hûn ji vir herin.
Yanî HSD, YPG, PYD jî tiştê Ebdulhekîm Beşar gotiye dibêjin û qebûl dikin. Ev yek.
Li gorî beyana serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî çekdarên HSD´ê 110 hezar e. Ev artêşeke, ordiyeke mezin e.
Li Kurdistana Rojava kurdî zimanê resmî ye.
Li Kurdistana Rojava 4100 dibistan hene. Di van dibistanan da 900 hezar zarok
bi kurdî perwerde dibin. Evy ek kurdî ji mirinê xelas dike, nifşên nuh bi kurdî
mezin dibin.
Li Kurdistana Rojava 41 hezar mamosteyên dersa kurdî didin hene.
Serokê MHP´ê Develet Bahçeliyê xirifî û devgirêz bi wî aqilê xwe yê çelqîyayî dixwaze PYD´ê û îdareya kurdan a li Kurdistana Rojava bi destê Ocalan bide tasfîyekirin.
Mêrik gotiye.
”Divê li Sûriyeyê cihê PKK´ê YPG´ê tunebe, divê ev rêxistin çekên xwe teslîmî hikûmeta Sûriyeyê bikin. Divê terorîstek jî li ser sînorên me nefesê negire."
Di nav kurdan bi sedan şêx û alimên fena Şêx Murşîdê Xeznewî hene. Lê hetanî nuha yekî jî tiştê Şêx Murşîdê Xeznewîyê hêja dike nekiriye, hewqasî zelal nepeyiviye, gaveke wek ya Şêx Murşîdê Xeznewî navêtiye.
Alim, zana, şêx, rîsipî û serokên miletan di rojên giran da diçin hawara miletê xwe, didin pêşiya miletê xwe, riya yekîtiyê û felatê nîşanî miletê xwe didin.
Adem Çelkîn kurde e, parlamenterê Qersê yê AK Partiyê ye. Di meclîsê da gotiye, li Tirkiyê, “Pirsgirêka kurd” tune ye. Gotina pirsgirêka kurd tune ye, ji aliyê kesên nêtxirab ve tê berovajîkirin. Li welatê me pirsgirêka kurd nîne. Çimkî me ev mijar di dema AK Partiyê da hat çareserkirin.”
Parlamenterê partiya DEM´ê yê Antalyayê Saruhan Oluçê tirk jî gotiye, ”na ne rast e, gelşeke kurd heye û em ji bo çareseriya wê micadelê didin.”
Keç û lawên kurd, miletê kurd bi berxwedan û qehremaniyên xwe yên li Kobanê, li Sûriyê bi têkbirina barbarên DAÎŞ´ê li dinyayê deng dan, hurmet û sempatîyeke mezin qezenc kirin.
Ji ber vê mêranî têkoşîna bêhempa li çarhawêlî dinyayê ji miletê kurd ra gelek dost çêbûne.
Li ku derê merivekî cahil, bêkêr, bêxîret, şelaf heye xwe gîhandiye ENKS´ê.
Nûnerê ENKS´ê yê herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji Rûdawê ra gotiye, ji bo hevkariya bi HSD´ê, PYD´ê ra ji şertên ENKS´ê yek jî ”Divê Mazlûm Abdî bibêje "Em ne dijminên Tirkiyê ne."
Ne ev şelaf û zilamê tirkan tenê, serokên ENKS´ê hemû wek berdekên tirkan dipeyivin, ji berjewendiyên miletê xwe bêtir ketine heyra parastina dagirkeriya Tirkiyê.
Serokê HTŞ´ê
Ebû Muhammed el-Colanî jî di nav da berdevkên hukûmeta Sûrî û serokên
mixalefetê gişan dev guhertîne, giş wek berdevkê tirkan dipeyivin, dibêjin, ew
tu îdareyeke din qebûl nakin, Kurdistana Rojava beşek ji axa Sûriyê ye, dibê
HSD, filan bîvan nemîne.
Li Sûriyê hukûmetek heye, ewê her derê kontrol û îdare
bike. Heger kurd sîlehên xwe daneynin şer ewê dom bike.
Amerîkî li Sûriyê û li Kurdistana Rojava piştgiriya xwe ya bi hêzên kurd ra tim bi hebûna Daîşê va, bi îhtîmala vegera Daîşê va girê didin. Ev şêleke apolîtêk e, nedîtina hevkariya Tirkiyê ya bi Daîşê û terorîstên din ra ye.
Cigîrê Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Robert Wood
gotiye:
”Divê em piştrast bin DAIŞ ewê ji nû ve
venegere. Lema jî emê bi hevkarên xwe yên din ra şerê li hemberî Daîşê
bidomînin, ji bo ku DAIŞ nikanibe xwe ji nû va ava bike û terorê li Rojhilata
Navîn û li seranserê cîhanê pêk bîne.”
Tirkiye bi israr dixwaze berî Donald Trump hukum ji Bîden
dewr bigire êrîşeke mezin bibe ser kurdan, Kurdistana Rojava bi temamî dagir
bike. Ji bo vê êrîşê haziriyeke mezin kirine.
Hetanî nuha Amerîkayê destûr nedaye vê
êrîşa tirkan, bi têkliyên dîplomatîk ew sekinandine.Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder gotiye ew meselê ji nêz va dişopînin.
Lê ev hewildanên Amerîka yên dîplomatîk ewê kanibe tirkan bisekinîne ya na hîn ne diyar e.
Vêsê(vê sibê) bi şaşî seet û nîvekê zûtir ji xew rabûm. Her sibe seet berî hefta(07.00) ji xew radibim.
Vêsê berî zîla seetê lêxe bi xwe hesîyam, min li seetê nêrî şeş û nîv e. Min got de tişt nabe, ne hewceye zîl lêxîne, ezê çarîkekê zûtir rabim.
Piştî sed salî fersendeke mezin û tarîxî çêbûye li Kurdistana Rojava kurd bibin xwedî federasyon, li Sûriyê bi ereban ra bibin şirîkê dewletê.
Lê heger kurd yekîtiya xwe çênekin, partiyên hene hemû bi hev ra hereket nekin
Kurdistana Roja ewê ebedîyen ji dest here.
Sûcdarê vê felaketa mezin jî ne partiyek
tenê ye; PYD, YPG, ENKS, PKK, PDK hemû sûcdar in, ji bo ku li hev nakin, ji bo
ku yekîtiyeke netewî çênakin kurd vê carê jî ewê wenda bikin û him jî ebedîyen.
Wezîrê karên derve yê Tikriyê Hakan Fîdan di hevpeyvîna xwe ya bi NTV´ê ra gotiye gerek serokên YPG´ê him YPG´ê, PYDê fesf bikin, him jî Kurdistanê, Sûriyê terk bikin.
Yanî ji bo ku Tirkiye Kurdistana Rojava dagir neke dibê Salih Muslim, Mezlûm
Ebdî û kadirên YPG´ê, PYD´ê giş malên xwe, welatê xwe biterikînin û bi çolan
kevin. Lê negotiye ewê ku da herin?
Mêrik fermaneke wer daye aqilê meriv disekine. Sê şert dane ber PYD´ê û YPG´ê:
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler gotiye, ”li Rojava û Başûrê Kurdistanê 2939 kes hatine kuştin, hemû endam û hevalên PKK´ê bûne.” Yanî wan hewqas hevalên PKK´ê kuştine.
Mêrik bi kuştina hewqas însanî îftîxar kiriye. Heger ev reqem rast be, di
salekê da kuştina hewqas însanî felaketeke mezin e.
Lê ji bo Yaşar Guler kuştina 2939 însanî tenê reqem e.
Li alî din jî mêrik gotiye, ”tu gelşeke me bi xwişk û birayên me yên kurdên Îraqê
û Sûriyeyê ra tune ye” (!)
Lawo çawa gelşa we bi kurdan ra tune ye?
Hin kes serok û berpirsiyarên PYD´ê rexne dikin, hinek şîreta li wan dikin, dibêji çima navê we wiha ye, çima hûn serxwebûnê ya jî federasyonê naxwazin?
Her tişt girêdayî qeweta meriv e, tiştê li zirara xwe dibê meriv neke.
Kurd motajî piştgirya der û hundur in.
Tirk, PKK´ê wek sebebên êrîşên xwe yên ser Kurdistana Rojava nîşan didin. Ne rast e, dereweke bi boçik e.
Ma PKK, YPG tunebe tirkê dev ji neyartiya kurdên Rojava berdin, ewê li Sûriyê
federasyonê qebûl bikin?
PKK sibe xwe fesih bike, hemû sîlehên xwe teslîmî Kurdistana Başûr bike, serokên
PKK´ê giş li dinyayê belav bibin jî tirk dev ji neyartî û êrîşên ser Kurdistana
Rojava bernade.
Li ser micadela kurdan bi Tirkiyê ra Altan Tan şîret li siyasetmedar û serokên kurd kiriye, gotiye:
”Hûn bi Tirkiyê ra şer bikin, pişta xwe bispêrin hêzên biyanî ne mimkûn e hûn
bigihîjin derekê. Gerek kurd bêyî ku bi Tirkiyê ra şer bikin hemû mafên xwe yên
siyasî bixwazin. Riyeke din tune ye...”
Altan Tan bi van gotinên xwe neheqiyeke mezin li kurdan dike.
Yekî nizanibe ewê bibêje Tirkiye bi rehetî heqê kurdan daye, lê kurd qebûl
nakin, dibêjin na, hutul batil emê bi we ra şer bikin.
Tiştê Tirkiye dike zora zalima ye, roja çend kurdan negirin tuneye.
Gava dewlet ne dewleta meriv be, gava meriv bindest be, ne
ewlekariya canê meriv heye, ne jî ya malê meriv.
Îro dîsa 12 kes girtine. Erdogan û Bahçelî ji me kurdan ra dibêjin em çi navî li
kê dikin, ji kê ra dibêjin terorîst, ji kê ra dibêjin qehreman dibê hûn jî wek
me bibêjin. Kî wek me neke, kî wek me nefikire, kî ji me ra li çepika nexîne
terorîst e, ciyê wî/wê zîndan e.
Law Cengîz Xan jî hewqas sitûrê nekir...
Hukûmeta Erdogan û Bahçelî bi sê hêzan dajo ser kurdan, şerê kurdan dike.
Yek, bi hêza resmî, bi pûlis û leşkerên dewletê, bi sîstema edaletê. Bi
mahkimeyên xwe, kînga dilê wan dixwaze kurdên jê aciz in digrin, dixin hefsê.
Dudu, bi çeteyên MHH´ê kurdan terorîze dikin.
Di praktîkê da Sûriye û Îraq nemaye, herdu jî belav bûne. Bi zor bi hev va dizeliqînin. Lê çi zamq û çîrêzê jî bi kar bînin Sûriye û Îraq careka din nabin dewletên berê.
Kevirên domînoya hilweşînê ji Sûriyê hetanî bi Iraqê û Îranê
dirêj dibe. Ji bo ku li herêmê aramî û îstîkrar çêbibe pêwîstî bi dewletek
kurdî, bi çêbûna Kurdistanê heye.
Mala emerîkiyan hezar carî ava be, ji bo ku vê bela mezin, van çete û keriyên gurên boz ji ber deriyê me dûr xînin çi ji destê wan tê dikin.
Tirkiye û qatilên Daîşê har bûne, ref bi ref êrîşê dibin ser kurdên mezlûm. Amerîka ji bo ku van êrîşan rawestîne pir aktîv dixebite.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja înê diçe Tirkiyê.
Li Kurdistana Rojava şertên gelê me ji bindestiyê, ji bin zulmê azad bibe çêbûye. Dibê em vê carê vê îmkanê, vê fersendê ji dest xwe nedin der.
Lê serok û birêvebirên Tirkiyê bela xwe ji me venakin, ji ereban bêtir êrîşî gelê me dikin, nahêlin kurd azad bibin.
Ez ditirsim ”şoreşa” Sûriyê bibe mesela kefendiz, ereb bibêjin xwezî Beşar Esed neketa. Sûriye bibe Îran ya jî Afganîstan.
Dibêjin yekî kefndiz hebûye. Îş û karê wî kefendizî bûye. Gava yek dimir bi şev
diçû gorra yê mirî vedikir, kefenê wî/wê didizî.
Rojekê berî mirina xwe ban lawê xwe kiriye, jê ra gotiye:
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar nîşan daye ew û dewleta wî dost û dilxwazê miletê kurd e. Gîdoon Saar gotiye:
"Dibê êrişên li ser kurdan bên rawestandin û civaka navneteweyî li hemberî
wan mêrxasan berpirsiyar e.
Em bi hevalên xwe yên hikûmeta Amerîkayê û bi yên welatên
din ra li ser vê yekê dipeyivin.Berpirsiyariya civaka navneteweyî li hemberî wan kesan heye
ku wan bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kirine û li Sûriyeyê faktoreke aramîyê
ne."
Erdogan xwe wek nêçîrvanekî pir zîrek û kone dihesibîne, aqil di ser aqilê xwe ra nabîne, xwe wek alemî cîhan dibîne. Pir bilind difire, neheqî û zulmeke pir mezin li kurdan dike.
Lê nêçîrvanên di kemîna xwe werdibin jî hene.
Ji rûvî feneketir tuneye, lê belê li çarşî û li bazarê herî zêde postê wî heye.
Ez newêrim êdî ji amedîyan ra bibêjim herin kitêban bikirin. Çimkî feqîr û fiqareyên
amedî xwe wek barçêmkê rûçikandin, qurişek di bêrîka kesî da nema.
Berê ne nivîskar hewqasî pir bûn, ne jî weşanxane. Nuha bi sedan nivîskar hene,
jimara weşanxaneyan jî pir zêde bûne.
Bi hezaran kitêb li piyasê hene. Meriv nizane kîjanê bikire, kîjanê nekire.
Tê gotin Beşar Esed û malbata xwe do derengê şevê reviya ye, li ku ye, çûye kîjan welatî kes nizane.
Fîlozpfê mezin Sokrates, rojekê ji xwendekarên xwe ra qala serpêhatiyeke xwe ya dema zortaniya xwe kiriye, gotiye:
-Dema ez xort bûm min hez nedikir sibehan zû şiyar
bibim. Diya min ji vî exlaqê min nefret dikir, dixwest ez sibehan zû ji xew ra
bim. Çimkî dixwest rojekê min wek bazirganekî(têcirekî)mezin bibîne. Li gorî wê, kar sibehan xweş e, rizq sibehan belav dibe.
Biserketinên mezin bi fedekariyên mezin mimkûn e. Bi rûniştinê, bi leqeleqê, bi rexnekirinê û bi qazinan meriv nagihîje tu armanc û mirazan.
Kurdistan bi xebatê, bi fedekariyên mezin çêdibe.
Di xebatê da, di micadelê da d ibê meriv bi biryar û bi
îstîkrar be, zû neweste.
Di riya azadî û serxwebûna Kurdistanê da mimkûn e carnan meriv bilikume, carnan
hin bend û astenî derkevin pêşiya meriv.
Li gorî medyaya Swêd dinivîsîne Pûtîn ji Beşar Eshed ra gotiye dibê ew ji Rûsyayê êdî tu alîkariyê nepê. Bi îhtîmaleke mezin ev agahdarî rast be.
Çimkî Rûsyayê do bang li hemwelatiyên xwe kir, got ji Sûriyê
derkevin.
Heger wiha be Îranê û Hizbullahê jî ewê neçin hawara Esed. Îsraîl herdu jî baş basko kirine, birîndar in, kel û kût bûne nikanin ji ciyê xwe bilivin.
Ji bo ku meriv baş ji heqê karekî derkeve, bibe erbab û hosteyêyê
karê xwe, bibe alim, nivîskar, lêkoêîner berê meriv ji sifirê dest pê dike, dûra bere, bere fêr dibe, xwe bi pêş dixîne, dibe
şagirt, xelfe û hosteyê karê xwe, sinetê xwe.
Ji bo ku meriv bi pêş keve dibê meriv dest pê bike. Meriv berê elîfbayê fêr
dibe, dûra dibe nivîskar, rojnamevan, alim, edîb, şair û zana. Kes zane ji diya xwe nabe.
Umrekî fêrbûnê tune ye, meriv bixwaze kane di her umrî da xwe bi pêş xîne, tiştên nuh fêr bibe.
Xortek rojekê li bajêr rastî mamostê xwe yê dema lîseyê
hat. Silav li hev kirin, li halê hev pirsîn. Dest bi sohbetê kirin.
Mamoste pirsa karê wî jê kir, gelo çi dike, çi dixwîne?
Xort got, wî dev ji xwendinê berda û ji bo ku ew neçû zanîngehê gelkî poşman e.
Mamoste got:
-Çima tu nuha naçiyê?
Xort got:
Heger mezinên me, pêşeng û serokên me ji yên tirkan jîrtir, zanetir bûna Mistefa Kemal û hevalên xwe nikanîbûn ew bixapandana, nikanîbûn, ew bi darên sêpiyan va li ba kirina.
Heger ew ji tirkan jîrtir, zanetir bûna, wanê zora tirkan bibira, wanê ew ji ortê rakirina.
Li gorî îstatîstîkên Neteweyên Yekbûyî ji ber êrişên çeteyên Tehrîr El Şamê herî kêm 115 hezar kes, yanî kurd ji Kurdistana Rojava koçber bûne.
Ev yek bi destê Tirkiyê tê kirin. Çeteyên THŞ´ê girêdayî artêşa Tirkiyê ne, li ser daxwaza Tirkiyê vê zulmê li kurdan dikin, vîdeoyên vê terora xwe jî bi serbilindî belav dikin.
Tirkiye nexwaze terorîstên îslamî nikanin viya bikin.
Nivîskarek kurdîya wî baş be lê tu carî nivîsekê, twîttekê bi kurdî nenivîsîne, parvekirinekê bi kurdî neke pir eyb dike.
Ne analfabet e, ji ber ku bi tirkî dinivîsîne, gelek berhemên wî yên bi tirkî hene.
Meriv rastnivîsê nizanibe fêr dibe. Min jî
nizanîbû ez fêr bûm. Çimkî min xwest, min xwe fêr kir.
Her kesê îro bi kurdî dinivîsîne ji bo ku xwestiye fêr bûye.
Kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê çi sozê, çi tawîzê bidin serokên Tirkiyê bira bidinê, her daxwaza wan qebûl bikin jî ewê tu carî bela xwe ji wan venekin, tu carî wan rehet nehêlin.
Xwezî wiha nekirana, xwezî kurdên her çar peçên kurdistanê wek hev neyarên xwe nedîtana.
Lê dibînin. Ji bo wan pîvaz çi sor çi sipî, ferq nake. Kurd kurd e, çi başûr, çi bakur, çi rojava, çi rojhilat, ferq nake, ji bo wan giş dijmin in, dibê yek jî nebe xwedî dewlet, xwedî statuyeke netewî.
Dîplomatê rûs Andrey Baklanaov ji Rûdawê ra wiha gotiye:
“Bi nêrîna min, Erdogan dest ji armancên xwe yên demdirêj ên
guherîna sînoran bernedaye. Jixwe di daxuyaniyeke xwe ya van rojan da gotiye,
cîhan derbasî qonaxeka guherînê ya sererastkirina sînoran bûye.”
Ev tast e. Sînorên Erdogan û tirk dixwazin biguherînin dagirkirina tevayiya Kurdidstana
Rojava û beşekî mezin ê Kurdistana Başûr e.Dixwazin wan deran jî bikin erdê Tirkiyê.
Ji bajarê Urmiyê rêveberê kovara Vejînê, Akam Cîhangirî îşev bi min ra hevpeyvînek kir. Hevpeyvînê li dora seetekê ajot.
Li Sûriyê jiyana kurdên Helebê û Şahbayê di talûkê da ye.
Lê ne jiyana wan tenê, heger çeteyên îslamî Esed bixînin û li Sûriyê werin ser hukim, jiyana kurdên Kurdistana Rojava jî di talûkê da ye. Ewê êrîşî wan jî bikin.
Ewê dewleteke îslamî, bi şerîetê tê îdarekirin ava bikin.
Yanî ewê Sûriyê bikin Afganîstan. Û ewê kurdan û nîvê nufûsa Sûriyê bi çolan xînin.
Sûriye ewê bibe dojeh. Jin ewê bibin kêzikên reş. Tirkiye ewê hin erdên din dagir bike.
Levent Gultekîn kurd e, lê kurdekî pir bêxîret e, bûye zilamê tirkan û dijminê qewmê xwe.
Titirse ji ber şaşiyên serokên Tirkiyê ”Kurdistana Sûriyê jî
çêbibe.”
Vî qûnalêsê tirikan gotiye:
”Tu nikanî Helebê bigirî birayê min´î bêhiş, piştî Kurdistana Îraqê, Kurdistana
Sûriyê jî bi te didin avakirin.”