21 februari 2026

Pîrozkirin tenê têrê nake

Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî ji sala 1999´a vir da ye her sal di 21ê sibatê da li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. 

Wek her miletî em kurd jî vê roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê pîroz dikin.
Pîrozkirin baş e, meriv girîngiya zimanê xwe bibîra însanan, civatê dixîne.  Pîrozkirin baş e, lê ew me xelas nake.
Dibê em zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, dibê em ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin, xebatên xwe bi kurdî bikin. Zimanê me yê malê û bazarê dibê miheqeq kurdî be.

20 februari 2026

"Sifra Gel" tesîreke nebaş li şexsîyeta însên dike


Belediya Wêranşarê li çend ciyan ”Sifra Gel” danîye, xwarina fitarê belaş dide xelkê. Qey ewê mehekê dom bike.

Belkî li hin bajarên Kurdistanê yên din jî belediye di meha Remezanê da eynî tiştî dikin.
Civata me, kultura me, exlaqê me yê civakî pir guherîye, însan êdî ne motaj bin jî xwarina belaş dixun, xêratê, alîkariya belediyê normal dibînin. Dewlet jî viya teşwîq dike, milet fêrî destvegirtinê dike.

Berê belediyê di meha remezanê da xwarina belaş nedida, tiştekî bi navê ”sifra gel” tunebû.

19 februari 2026

Belediyên DEM Partiyê guh nedane kurdî


DEM Partiyê berî hilbijartinên 31ê adara 2024´a soza "beledîyên pirzimanî", xizmetguzariya bi kurdî dabû milet.

Lê beledîyên DEM Partiyê piştî hilbijartinan ev soza xwe ji bîr kirine. Li gorî rapora MA´yê ji 62 belediyên DEM Partiyê 9 belediye tenê xizmetê bi du zimanan, kurdî û tirkî dike. Malperên 46 beledîyeyên din ne duzimanî, tenê bi tirkî ne.

Dema nîvê(belkî hîn jî zêdetir) parlamenterên partiyekê tirk bin helbet belediyên wê ewê giraniyê nedin kurdî.

Ma hûnê kînga li hev bikin û meclîsa Kurdistanê vekin?

Sal û nvîvek di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye hîn jî deriyê meclîsê girtiye û hukûmet çênebûye.

Li ser namzedê serokatiya Îraqê jî li hev nakin; PDK dibêje bira ji min ra be, YNK dibêje na ev heqê min e.
Ji bo ku PDK û YNK pêşmergeyên xwe bikin yek, hukûmetê ava bikin du sal in Amerîka bi serokên PDK´ê û YNK´ê ra civînan çê dike, zextê dide ser wan, dibêje hêzên xwe bikin yek, hukûmetên xwe bikin ye. Lê nakin...
Dibê kurd li Hewlêrê û li Silêmaniyê dakevin kolanan û PDK´ê û YNK´ê protesto bikin, vekirina meclîsê bixwazin.

18 februari 2026

Sabahat Tuncel ji pêşketina miletperweriya kurdî di nav xortan da pir nerehet û bi tirs e

Hevseroka HDP´ê ya berê Sabata Tuncelê gotiye di nava ciwanên kurdan da pêleke miletperweriyê (nasyonalîzmê, mîlîyetçî) xurt dibe. Ev pêla miletperweriyê bi riya medyaya dijîtal tê meşndin.

Sabahat xanim ji miletperweriya kurdan pir aciz û nerehet e, tirsa dilê xwe daye der, gotiye:
”Di nava kurdan da pêleke miletperwer(mîlîyetçî)heye. Di nava xortan da gotûbêjeke wiha heye. Merkezên tesîrê li vê dikin hene. Merkezên pir xurt hene, ez wiha difikirim.

17 februari 2026

Tirkiye bi hemû dem û dezgehên xwe bûye dewleteke antî kurd !


Li Tikriyê, li bajarê Îzmîrê keçeke kurd a 16 salî bi navê A.K  ji bo ku guliyê xwe hûnaye û vîdeoya hûnana gulîyê xwe/kezîyê xwe di medyaya sosyal da parve kiriye hatiye girtin.

Dadgehê zaroka 16 salî, ji ber ku vîdeoya hûnana gulîyê xwe, kezîyê xwe di medyaya sosyal da parve kiriye keçik sûcadar dîtiye û tewqîf kiriye.

Li gorî mahkima tirk û edeleta tirkan ereb keçên kurd bikujin, guliyên wan jêkin jî dibê kurd wahşeta wan protesto nekin, heger bikin sûc e, piştgiriya terorîzmê ye.

16 februari 2026

Îro rojê bedena min germ û nerm kir

Îro li Stockholmê him pir sar e, him jî rojeke xweş a bi tîn heye. Di meşê da sê, caran sekinîm, min kumê serê xwe danî, wek swêdî dikin, min jî çavên xwe girtin, xwe da ber rojê. 

Tîrêjên rojê bedena min nerm û germ kir. Do jî wek îro roj pir xweş bû…

Di rojên wiha xweş da swêdî derdikevin derve, dimeşin, ba didin, kûçikên xwe digerînin, xwe dididin ber tavê.

Îro jî li der ve pir bûn. Gava roj xweş be gewzê wan xweş dibe, rûken dibin.

Hin şiîr hene gerek bi kurdî jî hebin

Ev şiîra bi navê ”Berdana Bi Şert” ya xwarziyê min, neviyê meta min Alî Varol e. Pir kêfa min jê ra hat, min ji tirkî wergerand. Hin şiîr hene gerek bi kurmancî jî hebin. Ev şiîr jî yeka ji wan e.
Berê jî min çend şiîrên wî wergerandine.

Berdana Bi Şert, şiîreke pir xweṣ, xurt e û pir jî xembar e. Halê em tê da ne, êş û psikolojiya însanên me bi metaforên xurt, bi tesîr û di cî da raxistiye ber çavên xwendevanan.

15 februari 2026

Marco Rubîo: Ordî ji bo miletekî şer dikin !


Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio, do di axaftina xwe ya Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê da tiştekî pir muhîm, tarîxî got:

”Ordî ji bo gotinên abstrakt(muceret, soyut)şer nakin. Ordî ji bona gel şer dikin. Ordî ji bona miletekî şer dikin. Ordî ji bona şiklê jiyanekê şer dikin û em jî viya diparêzin.”

Ev gotinên Marco Rubîo yên tarîxî, sedîsed rast e, dibê ji bo me kurdan jî wisa be.

Tirk ji qahra sempatiya ji kurdan ra dikin biteqin


Min di nivîsa xwe ya do da jî got, kurdan di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê da Erdogan û Hakan Fîdan neqawt kirin.
Ji ber beşdariya Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê, Erdogan Konferansa Munîhê boykot kir, ji Tirkiyê kes beşdarî konferansê nebû.
Bi vê netîcê xuya bû Almanyayê guh nedaye rica û gefên Erdogan û Mezlûm Ebdî vexwendiye konferansê.
Lê ne ev tenê, wezîrê karên derve yê Sûriyê Eshed Şeybanî jî guh nedaye Erdogan, bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmmed xanimê ra beşdarî Konferansa Munîhê bû.

14 februari 2026

Kurd çima dibin hevalên kesên wiha aqilê meriv nagire !

Endamê komîta merkezî ya PKK´ê Dûran Kalkan bala tirkan kişandiye ser talûkeya çêbûna dewleteke kurdî, gotiye:

”Dibê her kes baştir bibîne, baştir fêm bike, ewê bedelên hîn girantir bi Tirkiyê bidin dayin. Sevra duyem tê, zextê didin ser Îranê, li Îranê hin tişt dibin, dibê Tirkiye viya bibîne.”

Mêrik eşkere dibêje Sevra duyem di rêda ye, yanî Amerîka, Xerb dixwazin ji kurdan ra dewletekê ava bikin, dibê tirk vê talûkê bibînin û tedbîrê bigirin.

Kurdan tirk neqawt kirin û avêtin derî rîngê


Mezlûm Ebdîyê Tirkiyê ew ”terorîst” îlan kiriye, lêdigere, bû sitêrka Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di konferansê da bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio û bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Esed Şeybanî ra hatin ba hev. Mezlûm Ebdî goriye civîna bi Marco Rubio ra berhemdar derbas bûye.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bêyî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio ra, bi serokê Fransayê Macron ra û gelek lîderên din ra jî hevdîtin kirin û ewê bikin.

13 februari 2026

Beşdariya serokên kurd a Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê fersendeke tarîxî ye


Serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî û berdevka PYDê ya têkiliyên derve Îlham Ehmed beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya li Munîhê dibin. Ji bo ku daxwaza miletê xwe bigihînin dinyayê Konferansa Munîhê platformeke pir muhîm e. Ji bo kurdan jî fersendeke tarîxî ye.

Şalê vê îmkanê baş bi kar bînin.

Lê ditirsim ji bo azadîya kurdan federasyonê, otonomiyê, tiştekî cidî nexwazin, dîsa neqarata ”biratiya gelan, demokrasiyê” filan û bîvan dubare bikin.

Bijî Kurdistana Rojava

Du roj berê li Parlamentoya Ewrûpayê li ser Sûriyê û rewşa kurdan civîneke muhîm çêbû, li ser kurdan axaftinên piştgiriyê, dilşewat hatin kirin.
Parlamenteran di gotarên xwe da bala rejîma îslamî kişandin. Gotin çavên me li ser we ye, em qebûl nakin hukûmeta Colanî zulmê li kurdan û li gurûb û miletên din bike.

Bi kurtî gelek tiştên di lehê kurdan da gotin û hin biryarên baş girtin. Meriv kane bibêje di gotinê da tiştên di lehê kurdan da gotin, biryarên baş girtin.

12 februari 2026

Ez vê bandrola Seddam Husên û herdu alan diyarî Hêzên Hevpeyman dikim


Reqaya kurdan ji çeteyên Daîşê paqij kir, Qerqaya kurdan di şerê li hemberî Daîşê da bi sedan şehîd tê dan, dîsa bûye bajarê Daîşê û dildarên Seddam Husênê qatilê Helebçeyê.

Tirkiye, Amerîka, Hêzên Hevpeyman, Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku Reqa dîsa bibe merkeza terorîstên Daîşê piştgirî dan Ehmed el Şara Colanî.

Amerîka kurdan mecbûrî jiyana bi van celadan ra dike.

Ez vî rismî diyarê tirkan, Donald Trump, Hêzên Hevbpeyman û Yekîtiya Ewrûpayê dikim.

Kurd û medya kurdî gerek ji Kurdistana Rojava ra nebêjin "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"

Apociyan, PKK´ê, PYD´ê, HSD´ê navê Kurdistana Rojava kirin "ROJAVA, bakurê rojhilatê Sûriyê", kurdan jî, medyaya kurdî jî ev sansora wan qebûl kir û Kurdistan çû, ma "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"!

Êdî ewrûpî jî di axaftinên xwe da, di beyan û medya xwe da ji Kurdistana Rojava ra dibêjin "Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê"!
Sûcarên vê sansora navê Kurdistanê PYD´ye, HSD´ye, apocî ne, kurd in.
Mesela Rûdaw jî di weşanên xwe da gelek caran ya dibêje, ”Rojava” ya jî ”bakurê rojhilatê Sûriyê.”
Parlamenterên DEM Partiyê gişk dibêjin "Rojava"!
Kurdistan çû, ma Rojava ! Tirk û ereb jî viya dixwazin.

11 februari 2026

Me îro xatir ji seyda Mihemed Emîn Bozarslan xwest


Şîna seyda Mihemed Emîn Bozarslan îro li Swêd, li bajarê Uppsalayê hat danîn. Ez û hevalê xwe yê wefadar Abid Dundar bi hev ra çûn.

Pir qelebalix bû, li ciyê şînê cî tunebû. Lema însan zû radibûn. Ji Kurdistannê, ji welatên din, ji gelek bajarên Swêd dost, meriv û hezkriyên seydayê hêja hatibûn şînê.

Seyda Mihemed Emîn di dilê her kurdî da, her kurdê da ciyekî wî yê pir mustesna heye. Ez kanim bi rehetî bibêjim kurdê ji wî hez nekike, kurdê hurmeteke mezin nîşanî wî nede tune ye.

Serokê HAMASê Xalid Meşal jî neyartiya xwe ya li hemberî kurdan nîşan da !


Serokê HAMAS´ê Xalid Meşal neyartiya xwe ya bi kurdan ra daye der, gotiye, ”micadela kurdan projeyeke Îsraîl e, nasnameya Sûriyê ya erebî xeta me ya sor e.”

Berî her tiştî alîkariya Îsraîl ne sûc e, ne jî qebhet e, xwezî Îsraîl alîkariya me kiriba. Lê heta nuha nekiriye. 

Xalid Meşal viya baş zane, lê ji ber ku neyarê miletê kurd e ruyê xwe reş kiriye, ev buhtan li kurdan kiriye.

10 februari 2026

Rica min ji we navê Kurdistanê nekin ROJAVA !

Tirk ji bo ku navê Kurdistanê negrin devê xwe, ji Kurdistanê ra gotin ”Rojhilat, Başûrê Rojhilat…”

Yanî Kurdistan kirin ”Rojhilat û Başûrê Rojhilatê” Tirkiyê.
Hin siyasetmedar, rojnamevan, hin welatparên me jî ji Kurdistana Rojava ra bi israr dibêjin "Rojava" ! Birayên ezîz, çima hûn navê Kurdistanê SANSOR dikin ? We navê Kurdistanê kiriye "Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat" !
Sansora navê Kurdistanê ne rast e, dibê hûn bibêjin "Kurdistana Rojava."
Navê welatê xwe sansor mekin !

09 februari 2026

Seydayê Mihemed Emîn Bozarslan wefat kir


Min bi xemgîniyeke mezin bihîst seydayê hêja, dildarê kurd û Kurdistanê, xebatkarê zimanê kurdî yê bêhempa M. Emin Bozarslan li Swêd, li bajarê Uppsalayê wefat kiriye. 

Bira serê zarokên wî, malbata wî û yê miletê kurd sax be.
Miletê kurd kurdperwerekî mezin, lêkolîner, werger, zimanzan û xebatkarekî edebîyat û zimanê kurdî yê mezin wenda kir. Seydayê M. Emîn Bozarslan lêkolînerekî, wergerekî, nivîskarekî pir îstîsna bû.
Seyda M. Emîn Bozarslan merivekî pir bi dûzan, bi pilan û program, di xebata xwe da bi îstîkrar bû. Planên wî yên 5 salî, 10 salî, 20 salî hebûn.

Berf û serma îsal baş cî li xwe xweş kiriye

Îsal zivistana Swêd a van herdu mehên salê ên pêşîn pir kişand. Ji serê salê da ye berf  li erdê ye, sermayeke pir heye. Li gorî texmîna meteorologan serma, berf heta dawiya sibatê ewê dom bike.

Stockholm dîsa baş e, serma vêsê 11-12 derece di binê sifirê da bû, nuha -5C derece ye.
Bakurê Swêd pir sar e, milet perîşan e, her roj herî kêm 20 derece sar e. Meteorolog dibêjin ji 130 salî vir da ye cara pêşî ye ev herdu mehên pêşî yên salê bênabên hewqasî sar dibin.

08 februari 2026

Rismekî 50 sal berê


Emer Farûk Baran bîstek berê ev rismê minî 50 sal berê ji min ra şand.

Risim(fotograf)li Swêregê, li Qahwa Qoço hatiye girtin. Xwezî min navê hevalan gişan bizanîbûya. Yên wan nas dikin kanin navên wan binivîsin.
Xatirayeke pir xweş e, vê sibê, di van rojên xembar da gelkî dilşa bûm.
Mala camêr ava be. Emer Faruk Baran tim tiştên xweş dibîne, tiştên baş dike.

Sebebê em nikanin komyonên alîkariyê ji Sirûcê derbasî Kobanê bikin bindestîya me ye

Kobanê sê hefte ne di dorpêça çeteyên hukûmeta Colanî da ye. Bi hezaran însan ji gundan ji ber êrîşên çeteyan revîna nava bajêr. Nan, kêm e, av kêm, elektirîk tune ye, derman tune ye. Gazî û hawara milet. Nabêna Sircê û Kobanê çensed gav in, lê dîsa jî kurd nikanin herin hwara birayên xwe. Alîkariyê dişînin dewlet nahêle, dibêjin teslîme bikin.

Ji Kurdistana Başûr gelek alîkarî gihîşt Qamîşloyê, Kobanê. Lê kurdên Kurdistana Bakur nikanin pariyek nan, çend pakêt şîrê zarokan ji Sirûcê derbasî Kobanê bikin. Çimkî em bindest in, dewleta tirkan nahêle. 

07 februari 2026

Bêyî zimanê me tu tiştekî din nikane me ji tirkbûnê biparêze

Camêrekî bi navê Azîz Yagan di platforma X´ê da gotiye, ”heger meriv îbranî wek numûne bigire dest, miletê asîmîle bibe ji tarîxê paqij dibe dîtineke ne rast e, şaş e.”

Numûneya cihûyan ji bo me kurdan şaş e, rewşa me û cihûyan ji hev pir cuda ye.

Yê cihûyan(yahûdiyan)dînê wan, sînanoga wan ew parastin, nehîşt ew di nava miletên din da bihelin.

06 februari 2026

Armanca gişan yek e, dibê kurd li tu perçê Kurdistanê azad nebin

Tirkên irqçî, faşîst, dîndar, rast, çep, komunîst ne ji ber îdeolojiyên xwe li dijî dewleteke kurdî, azadî û serxwebûna miletê kurd in. Tiştê wan ê mişterek, hevpar antîkurdbûna wan e, naxwazin kurd bibin xwedî dewlet. 

Fikrê wan, îdeolojiya wan çi be jî hemû li dijî serxwebûna miletê kurd in.Nxwazin kurd li tu berşekî Kurdistanê azad bibin.

Lema hinekên wan dîn, hinekên wan îdeolojiya çepîtiyê, komînstiyê ji irqçîtiya xwe ra, ji antîkurdîya xwe ra dikin maske.

05 februari 2026

Xwe ji minaqeşeyên bêfeyde û bi zirar dûr xînin !

Li peymana di nabêna HSD´ê û hukûmeta Şamê da hatiye îmzekirin dîtinên cuda hene.

Hin kes peymanê diparêzin, dibêjin, erê peymaneka ne baş e, lê HSD, PYD mecbûr bûn peymanê qebûl bikin. Heger qebûl nekirana ewê şer dom bikira, dawî ewê ji kurdan ra xerabtir bûya, kurd ewê bêtir li zirarê derketana.
Hin kes jî li dijî vê dîtinê derdikevin, peymanê rexne dikin, dibêjin ev teslîmbûn e, gerek HSD´ê peyman bi vî hawî îmze nekira.

Ereb naxwazin gorrên miriyên wan jî li kêlek gorrên kurdan bin


Ev gorristana hûn dibînin, gorristana Şehîdan a li Reqayê ye. Kesên di şerê li dijî Daîşê da û di êrîşên Tirkiyê da şehîd ketine li vê gorristanê hatine gorrkirin.

Piştî hêzên HSD´ê ji Reqayê vekişiya Reqa ket bin destê hukûmeta Colanî.
Ereb nuha pê ketine gorrên zarokên xwe vedikin, hestiyên wan dibin li dereke din gorr dikin. Naxwazin gorrên(mezelên) zarokên wan li kêleka gorrên kurdan bin.
Erebên kurd bi çavê biratiyê li wan dinêrin, ji kurdan hewqasî nefret dikin, naxwazin miriyên wan jî li kêleka miriyên kurd bin.

04 februari 2026

Tirkiyê nehîştiye çend pakêt şîr û mama bigihîje Kobanê zarokên kurd


Platforma Amedê ji bo gelê Kobanê hinek alîkarî, çend betenî, doşeg, hinek xwarin, şîr û mamaya zarokan ji nav milet top kiriye, bi 25 barhilgiran şandiye Sirûcê, ji bo ku ji wir derbasî Kobanê bikin.

Tirkiyê nehîştiye alîkarîya Platforma Amedê derbasî Kobanê bibe. Nehîştiye çend pakêt şîr û mama zarokan bigihîje zarokên kurd. Barhilgir piştî 5 rojan vegeriyane Amedê.
Zalimiyeke, bêînsafî û bêûjdaniyeke, neyariyeke ji viya mezintir nabe.
Ev bûyer tenê têrê dike bê hukûmeta AKP´ê, bê dewleta tirkan çiqasî neyarê miletê kurd e.

03 februari 2026

Al ji bo miletan ne tenê perçeyek qumaş e !


Çeteyên hukûmeta Şamê çer gihîştin Hesekê bi lez Ala(beyreqa) Sûriyê hildan. Erebên Hesekê bi Alên Sûriyê çeteyên xwe pêşwazî kirin.

Gelo yên me ewê li hemberî ereban kîjan ala(beyreqa) netewî hildin?

Dibê li hemberî Ala Sûriyê, Ala Kurd(Kurdistanê) jî bihata hildan, li ser banên resmî hêl biba.
PYD, YPG, HSD alên wan, flamayên wan ên rêxistinî hene, lê hetanî nuha Ala Kurdistanê nekirine ala xwe.

Tom Barrack wek berdekê Sûriyê û Tirkiyê peyivîye


Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack gotiye, ”sînorên Sûriyê yên Sykes-Picot danîne tu carî nayê guhertin.”

Li ser Îraqê jî gotiye, ”modela federalîzmê ne li gorî civaka Îraqê ya eşîrî ye.”
Mêrik wek erebekî bêguman dostê tirka ye û naxwaze kurd bibin xwedî dewlet. 

Mêrik li Sûriyê rê li ber federasyonê girt, dixwaze federasyona Îraqê jî xera bike. Li wir jî kurdan bike bindest. Lema gotiye, federalîzim ne li gorî Îraqê ye.

02 februari 2026

Li Kurdistana Rojava tiştê kurdan bi xwîna xwe bi dest xistin li ser masê ji dest dan

Me li hemberî dewletên dagirkerên welatê me gelek caran serî hildaye, lê di dawiyê da em tim şikestine.
Çimkî him dijminên me pir in û xurt in, him jî piştgiriyeke me ya xurt tunebûye.
Hêza me tenê têrî serketinê, têrî têkbirina dijminên me nake. Dibê hin dewletên mezin, xurt destegê bidin me, piştgirîyeke saxlem be. Heta nuha çend caran di nîvê rê da terka me kirine.

Helbet di têkçûnên me da kêmasî û şaşiyên serokên me jî roleke mezin lîstiye.

01 februari 2026

Navê wira Kurdistana Rojava ye !

Ez nizanim kê ev navê şaş, navê ”ROJAVA” derxist, xist devê kurdan?
Rojava aliyê dinyayê yê roj lê dihere ava, aliyekî, coxrafîk nîşan dide, ne navê welatekî, herêmekê.
Meriv ji Kurdistana Başûr ra bibêje, "Başûr" şaş e.
Başûr şi ye?
Navê ”Rojava” Kurdistana Rojava ye, ne Rojava ye. Dibê em navê Kurdistanê jê navêjin. Ev sansoreke pir xerab e, tam li gorî dilê dijminên me ye. Ew naxwazin navê Kurdistanê bibihîzin.
Dema Almanya perçe bûbû, her kesî digot Almanya Rojava, Almanya Rohilat.