31 augusti 2020

Destûr

 Yê serxweş dema ji nêrdiwanê dadiket nigê wî şemitî û gundorî jêr bû û xewirî. 

Xanima wî tavilê telefonî bijîşk(tuxtor) kir. 

Bijîşk hat, ji bo ku mêrik şiyar bike, hêdîka çend sîle li rast û çepê ruyê wî xistin. Jinikê ji bijîşk ra got:

Piraniya tirkan kurdan dijminê xwe dibînin

Di rojnameya Cumhûrîyetê da dêlikeke bi navê ”Işil Ozgenturk”ê bi rengekî pir bêedeb heqaret li kurdan kiriye, gotiye ”kurd keçên xwe wek zarokên xwe nabînin, wek mal difroşin.” Û gelek vir û heqaretên din li dû hev rêz kirine.

Lê ev jinik tenê van tiştan nabêje, herî kêm ji sedî 99ê tirkan ji kurdan nefret dikin, bi çavê neyar li kurdan dinêrin. Û gava biwêribin, fersndê bibînin kurdan biçûk dibînin, tinzazê xwe pê dikin. Bi vî hawî kîn û nefreta xwe, neyartiya xwe didin der.

30 augusti 2020

Tirk pir aşûnî bûne, gerek werin terbiyekirin

Tirkan Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kirin Yekîtiya Ewrûpayê dengê xwe nekir, ji dagirkeriya tirkan ra çavê xwe girt.
Lema jî tirk tahmijîn, nuha jî ji Yûnanîstanê çend giravan dixwazin. Ji beyanên Bahçelî, Erdogan û berpirsiyarên Tirkiyê wer xuya dike Tirkiyê li hemberî Yûnanîstanê herbeke fiîlî îlan kiriye. Ewrûpayê jî ev resta tirkan qebûl kir. Nuha her tişt kane bibe. 

Tirk ji bo ku Yekîtiya Ewrûpayê bitirsîne pir fortan didin xwe, ji yûnanan ra dibêjin emê careke din we birjînin bahrê.

29 augusti 2020

Îro min ji mal fîrar kir

Ji destpêka meha adarê da ye ez neçûbûm bajêr û li otoboz û trênê siwar nehatibûm. 

Min îro dîwarê tirsê hedimand, qeyd û merbendên xwe şikandin, guh neda îtîrazên xanimê û ez ji mal derketim û min berê xwe da herêm û sentrûmeke gelkî dûr, herêmeke heta nuha min nedîbû.


Ji min ra hin kinc minc lazim bûn, min berê xwe da Sentrûma Sîcklayê.

Li ser kitêbên gotinên pêşiyan

 Hin kes gotinên pêşiyan berhev dikin û wek kitêb çap dikin. 

Topkirina gotinên pêşiyan karekî baş e, dibê meriv vî beşê kultur û mîrata xwe biparêze, ji wendabûnê xelas bike, nehêle bi însanan ra, bi kal û pîran ra herin gorrê. 

Çi tiştê folklora kurdî, edebiyata kurdî ya devkî were topkirin, arşîvkirin baş e.

28 augusti 2020

Em ruhayî ji îsota jî, ji qahwê jî hez dikin

 


Em mêrikê ruhayî, berîvanî him ji îsot û tûjiyê û him jî ji qahwê û ji tahliyê hez dikin.


Abdulah Keskîn li ser qahwê, qahwa kurdî, qahwa kizwana û mirraya ereban nivîseke balkêş nivîseye, gotiye ew zêde ji qahwê zêde nake, bi ya wî qahwa kurdî, qahwa kizwana ne xweş e, qahweya tahl, yanî mirra ereba ji xwe qet nayê vexwarin.

Ji bo ku teza xwe jî xurt bike, Mam Hejar jî wek numûne nîşan daye, gotiye Mam Hejar jî ji qahwa tahl(mirra) hez nedikir. Û ji xatiratên Mam Hejar qala serpêhatiyeke wî û Haco axa kiriye...

Roj êdî deştî ye...

 

Ez îro peyvek nuh ji xanimê fêr bûm, "roj êdî deştî ye"...

Havînê, sibê gava roj hildihat wer di dawiya hewşa me da bû hetanî danê esir. Ne perde bûya em nikanîbûn li wî alî rûniştana.

Lê nuha zû jê derdikve, dixerice aliyê hewşê yê rojava.


Roja payizê xweş e, ev bîsteke min û xanimê xwe daye ber.

27 augusti 2020

Tirkên Kurdistanê jî bi qasî dewleta xwe sûcdar in

Tirkên li bakurê Kurdistanê giş dagirker in, giş bi destê dewletê li Kurdistanê, di mal û gundên kurdan û ermeniyan da hatine bicîkirin.

Piştî têkçûna Serîhildana Şêx Seîd, dewletê ji Balkanan, ji Kafkasan û ji Îranê bi sedhezaran mahcir anîn Kurdistanê û mal û milkên kurdan û ermeniyan li wan belav kirin. Mal û milkên piştî qetlîamê ji êrmeniyan mabûn giş dan mahcirên xwe, nehîştin kurd kirê jî bikin.

26 augusti 2020

Di medyaya sosyal da programên bi tirkî li zirara me ye

Di siyasetê da ji bo serketinê xebat û îstîqrar şert e. Di siyasetê da mûcîze tuneye, dibê meriv di baweriya xwe da, di xeta xwe da israr bike, geh rast, geh çep lênexe.


Meriv tiştek şaş û bi zirar dît, dibê bi xwe wî tiştî, wî karî neke. Him bibêje filan kar ne rast e, şaş e, bi zirar e û dîsa jî wî karî bike, nabe.


Yên dibêjin partiyên siyasî gerek xebtên xwe bi kurdî bikin, siyaseta bi tirkî rê li ber asîmîlasyonê xweş dike, milet dihewisîne tirkî, gerek xebatên xwe, weşanên xwe bi tirkî nekin.

Ji jor xwestiye

Rojekê xortekî mizawir û hinekî ji xwe bawer bi rê da rastî keçikeke gelkî xweşik hat û bela xwe di keçikê da, jê ra got:

-Xezala narîn, ma kevirê bibare, ma dinyayê xera bibe tu ji wan lêvên xwe yên sorî giryazî ramûsanekê bidî  vî  hustuxwarî ?

Keçikê bi hêrs pahniya sola xwe nîşanî xort da û got:

Weşana Çarpel Medya bi tirkî şaş e û bi zirar e

Ez rehet nasekinim, ji xwe nagerim. Ezê tiştekî bibêjim hêvî dikim hevalên me yên PAKê xwe ji min nexeyidînin, dilê xwe ji min nehêlin. Ez nebêjim rehet nakim, dibê raya xwe bibêjim.

Guh didin raya min y ana, ew bi kêfa xwe ne.

Bi baweriya min "Çarpel Medya" bi weşanên xwe yên tirkî karekî şaş û ne baş dike. Tu ferqa wê ji yên berê, ji yên hêzên din tuneye.

25 augusti 2020

Tirk hetanî sîleyeke bi tîn nexwun rehet nasekinin

 Li Derya Sipî û li Derya Egeyê tansiyon bilind bûye, hêzên tirk û yûnan hatine hemberî hev. Tirkan naxirek keştiyên herbê şandine herêmê. Bi vî hawî dixwazin çavê Yûnanîstanê bitirsînin. 

Hewcedariya Erdogan bi zorbatiyên wiha heye, dibê ji gel eferimekê bigre, çendakî din pê milet aş bike.

24 augusti 2020

Ji bo Hindik-Rindik daxwazeke biçûk

Di Facebookê da 4903, di twîtterê da jî 8723 hevalên min, kesên min taqîb dikin hene. 

Di nava van 13626 kesan miheqeq gelek resam û karîkaturîst hene. 

Ji bo bloga xwe Hindik-Rindik, ji dêlî fotoyê xwe, ez dixwazim ya rismekî ya jî karîkaturekî bi kar bînim.

Ev 13 sal in min tim fotograf bi kar aniye, ez dixwazim guherînekê bikim. Berê jî carê min teşebusek kir, ez bi ser neketim, kesî ji min ra tiştek neşand.

23 augusti 2020

Heger em bixwazin em kanin kurdî fêrî gelek kesan bikin

Tirkan bi xebata salan bi milyonan kurd ji ser rê da xistin, tirkî fêrî wan kirin, zimanê wan bi wan dan jibîrkirin. Tirkî nuha bûye zimanê bi milyonan kurdî.

Tirk xwedî dewlet in, îmkanên me bi qasî yên tirkan tunene, ev rast e. Lê dîsa em jî bi xebatê kanin gelek kesan ji torra asîmîlasyonê xelas bikin. 

Derwêş û çûk

 

Rojekê çûkeka birîndar, baskşikestî  bi lez derket huzûra Hz. Silêman, bi kelogirî got: 

-Sultanê min, derwêşekî baskê min şikand.


Hez. Silêman tavilê xeber şand pê derwêş. Derwêş derxistin huzûra Hz. Silêman. Hz. Silêman ji derwêş pirsî:


-Ev çûka hanê ji te bi gilî ye, dibêje te baskê wê şikandiye. Te çima baskê wê şikand?


Derwêş bi husuxwarî xwe parast, got:

22 augusti 2020

Ferqa tirkan û miletên din

Ev çel sal e ez li xerîbiyê me. Di van çel salên jiyana xwe da min gelek kesên ji qewmên cihê nas kirin, em bûn cîranên ferdên ji gelek miletan, min kultur û adetên gelek milegtan dîtin, nas kirin.

Min çînî, japonî, taylandî, wîetnamî, ereb, faris, hindî, sirb, alman, firansiz, danîmarkî, norweçî, swêdî, îtalî, axirê ferdên ji gelek qewman nas kirin, bi hinekan ra xebitîm. Hemû jî xwedî kultureke taybetî bûn, hin urf û adetên wan netewî yên new ek yên me hebûn.

Mirinê em ji pertav da xistin

 Her kes zane mirine heye û emê gişên rojekê bimrin. Lê dîsa jî her mirin, ilim jî mirina di umrekî zû da zor e, meriv pir xemgîn û hêrs dike.

Di van mehên dawî da em li pey hev xeberên mirina nas û dostan û hevalan dibihîzin.

Wek berê kes nikane şîna miriyê xwe jî çêke, ji tirsa belavbûna koronayê milet li hev kom nabe, çend kes dibin mirî defin dikin û dû ra wek tiştek nebûbe her kes dihere mala xwe. 

Ev yek jî bi qasî mirinê zor e, ne xweş e, dilê meriv digvêşe.

Yekîtiya Ewrûpayê nikane bi kerê êrîşî dahşikê dike

 Yekîtiya Ewrûpayê êrîşkariya Lukashenko protesto kir û piştgirî da gelê Belarûsê û mixalefeta Lukashenko. Baş e, rind e, bira Lukashenko protesto bikin, bira piştgiriya gelê Belarûsê bikin. 

Lê Yekîtiya Ewrûpayê çima eynî tiştî ji bo Tirkiyê û Erdogan nabêje?

Yekîtiya Ewrûpayê nikane bi kerê êrîşî dahşikê dike, hûn pir mêr in tiştekî ji Erdogan ra bibêjin.


Erdogan yekî ji Lukashenko ne kêmtir e, Erdogan jî bi qasî Lukashenko zalim û dîktator e, li Tirkiyê her tişt girtiye destê xwe, ji tirsa wî kes newêre devê xwe veke. 

21 augusti 2020

Guh nedin fêsadan

Rû nedin fêsadan.
Guh nedin nerindan.
Gelacan, nerindan ji ba xwe, ji ber deriyên xwe, ji malên xwe, ji malperên we biqewitînin; li fêsadiyên fêsadan guhdarî mekin û bi nerindiyên fêsadan nexapin.
Fêsad durû ne, ned ost û dilxwazên me ne, bi fêsadiyên xwe nabêna kurdan xera dikin, karê dijminên me rehet dikin.

Îro kitêba Qedrî Can dixwînim

 

Li hewşê di bin konê me yê modern da rûniştime, dinya honik e, sî xweş e, hûrik û hûrik kitêba Qedrî Canê gorbihuşt dixwînim. 


Xanim nahêle karekî din bikim, dibêje rojekê westa xwe bigre, bîna xwe veke. Ew dîsa bi paqijiyê da ketiye, tiştekî paqij bike nema, îcar jî xaliyê paqij dike.


Min bi tirmixê vêsê hewş hinekî xeritand, ezê bizrê gîhê pê bireşînim, gelek der sîqal bûne, ax derketiye. 


Lê min di xwe ra nedît temam bikim, bi xwedê her dera min diêşe. Îqaza animê ji min ra bû qulpeke xweş. Min karê xwe betal kir û rahîşt kitêba Qedrî Can.

20 augusti 2020

Civat roj bi roj dejenere dibe

Merivên rûşuştî, bêar, bêxîret, şelaf û rohkole; merivên ji bindestiyê nerehet nabin, merivên dagirkeran, neyarên kurdan wek birayên xwe, wek dostên xwe dibînin, bi serbilindî dibin dost û hevalên wan di nava me da roj bi roj pir dibin.

Civata me roj bi roj dejenere dibe.
Kesên dejenere nebûne, saxlem mane dibê qedrê hev bizanibin.
Kurd bûne mahkûmên ji celadê xwe hez dikin, piranî êdî bi çavê neyar li neyarên xwe nanêrin.

Çi lê tê!

Mele li mizgeftê weiz dida. Ji cimatê ra digot:

-Nebî nebî, keç û jinên we xwe kesk û sor bikin û herin xwe li kuçe û kolanan li ba kin. Ne xweş e, şerm e.

Ji cimatê yekî got:

-Mele, tiştê ez zanim keça te wan tiştên tu dibêjî gişan jî dike.

Mele got:

19 augusti 2020

Bi zimanê xwe kanibe, bi ciyê xwe zanibe

Bi xêra înternetê û medyaya sosyal meriv kane gelek bûyeran, nivîs û parvekirinên gelek kesan taqîb bike û fikrê xwe li ser bibêje. 

Carnan hin tişt, hin nivîs, hin fikir nakevin serê meriv, meriv şaş dibîne. 


Lê her tiştê meriv şaş bibîne ne şert e meriv miheqeq fikrê xwe li ser bibêje, rexne bike ya jî biecibîne, halan tê hilde.


Neyarek jî, xayinek jî, dagirkerek jî, hevkarekî dagirkeran jî carnan kane gotineke rast û xweş bibêje.
Dînek jî kane peyveke di cî da bike. 


Saeta sekinî jî rojê du caran rastiyê nîşan dide.


Ne şert e her tiştê ket serê meriv, her tiştê bi meriv rast hat meriv biecibîne, bipesinîne û parve bike.


Carnan hevalekî meriv jî kane tiştekî çewt, gotineke ne li rê bibêje. 


Ne rast e meriv di cî da fikrê xwe li ser bibêje û rexne bike. 


Bi kurtî meriv ne mecbûr e li ser her tiştê meriv rast dibîne ya jî şaş dibîne raya xwe bibêje ya jî rexne bike. 


Dibê meriv kanibe bi zimanê xwe, rişma zimanê xwe ji dest xwe bernede.
  
Zimano leqleq, seriyo teqreq. Bi zimanê xwe kanibe, bi ciyê xa zanibe. 

XXX

Ji bo jihevgerandina rastiyê û şaşiyê, ji bo ku başî zora şaşiyê, xerabiyê bibe û însan nedin ser riyên şaş û xerab, kirîtîk (rexne) şert e, tesîreke baş li însanan dike. Ev qaîdeyeke gelemperî ye.

Lê gava kes guh nede kirîtîkê, pê biqeherin, ji ber ku te kirîtîk kiriye ji te bixeyidin, wê demê kirîtîk bêmane dibe.

Ev 40 sal e di mesela tirkî da ez kurdan rexne dikim, ez dibêjim bi kurdî bipeyivin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, bi kurdî binivîsin.

Vê rexneya min tesîreke mezin li însanan nekiriye, di ser da ji dostan bêtir dijmin ji min ra çêkirine.

Hilbijartina tirkî bûye wek dînekî, wek îdeolojiyekê, wek baweriyekê, bi gotinê, bi pitepitê însan dev ji tirkî bernadin, yên berdidin ji deve ne guh e jî.

Bi rexnekirinê, bi şîretan meriv ne dibe dîndar û ne jî ataîst. Ez viya zanim lê dîsa jî nikanim bi xwe.

 

18 augusti 2020

Kî dixwaze dilê xwe bi kurdî rehet bike bira here Farqînê

 

Mem Ararat di twîtteke xwe da gotiye, ”Kengî bêhna we teng bû herin Farqînê, li qahwexaneyekê rûnin, ji xwe re çayekê bixwazin û guh bidin derdora xwe. Herkes bi kurdiya kurmancî diaxive.Wê demê tu dizanî êdî tu li mala xwe yî. Di dil de bû hesret li kuçeyên Amedê çend gotinên bi kurmancî an jî zazakî.”

Xeber xweş xeber e, lema jî naxwazim bibêjim min jê ne bawer e.


Li ser asîmîlasyona kurdan bi bihîstina xeberên xerab ez kezebreşî bûme. Hêvî dikim ev xebera Mem Ararat rast e. 

Li ser derdekî giran !

Hin kesên ez wan nas nakim, ew min nas nakin, tu nasî û dostiya me bi hev ra tuneye ji min ra vîdeoyan, tişt miştan dişînin. Carnan pir dibe. 

Ji ber ku ez wan nas nakim û bi şandeyê ra jî tiştek negotine, ez newêrim vekim, di cî da davêjim. Çimkî ez nizanim naverok çi ye, vîrus ya na û yê şandiye jî nas nakim.

17 augusti 2020

Şerê me û mûriyan berdewam e.

 

Îro dîsa serê min di teqereqê da bû. Karê hewşê hîn neqediya ye. Me got belkî em kevirên hewşê biguherin em ji mûriyan (gêrikan) xelas bibin, lê em xelas nebûn, dîsa ji bin kevirên nuh derketin.

Em kîjan dermanî pê direşînin jî ne xeme wan e, dev ji qulikekê berdidin, qulikek nuh vedikin. 


Hîn em telîm nebûne, lê bi qasî xuya dike em nikanin bi wan û ev yek jî me gelkî nerehet dike. Em ditirsin werin hundur malê.

Hevaltî xweş e lê sinetekî zor e

 

Heger tu dixwazî nabêna te û hevalê te xera nebe, dilê we ji hev sar nebe, hevaltiya we, dostiya we bê piruz û bê leke, heta û heta dom bike, dibê tu du tiştan nekî: 

Yek, deyn nede hevalê xwe, ji hevalê xwe deyn nexwaze. 

Heger te deyn dayê jî ji çavê xwe bavêje, rojekê li te vegerand, vegerand, venegerand jê nexwaze, tu bixwazî ewê dilê we ji hev bimîne, ewê terk li hevaltiya we keve.

16 augusti 2020

Ez carnan li ciyê rehetiyê serê xwe dixim teşxelê


Carnan cinên min tên min tilî dikin û ez karê dînan dikim. Gava li mal kêmasiyekê bibînim nikanim bipêm, di ser guhê xwe ra bavêjim. Dibê tavilê wê kêmasiyê ji ortê rakim, wî karî bikim.


Ji hewşa me ra, ji bexçeyê me ax lazim e. Me kevirên hewşa xwe guhertin, dûzanek nuh, şikil û şemayekî nuh da hewşê. Hîn jî bi temamî neqediyaye.


Ji bo gul û çîçekan ji me ra çend torbe ax lazim e. Lê ji ber ku ereba min tuneye ji Maxîyê anîna axê zahmet e.

Min vêsê zû xwe ji xanimê vedizî, rahîşt taxurka xwe(ereboka xwe ya desta) û berê xwe da Maxîyê. 

15 augusti 2020

Heta hinek pozê tirkan nefirikîne tirk rehet nasekinin

Tirk gewî û aşûnî bûne, heta hinek pozê wan nefirikîne, forsê wan neşkîne rehet nasekinin.


Tirk êdî çavsoriyê ne li kurdan û ereban tenê dikin, mêrikan gefan li Yûnanîstanê û li Yekîtiya Ewrûpayê jî dixwin, her roj azaran didin Yûnanîstanê û Yekîtiya Ewrûpayê. 

Erdogan û wezîrên wî dibêjin li Derya Sipî kî derkeve hemberî me, kî li hembnerî med est hilîne emê destê wan jî û serê wan jî jê kin.

Deh sal berê

 Rojekê ji Xoce Nesredîn umrê wî pirsîn, gotin:

-Xoce ma tu çend salî ye?

Xoce got:

-Ez 50 salî me.

Deh sal di ser ra derbas bû, rojekê dîsa eynî pirs ji Xoce kirin.

Xoce dîsa got ”ez pêncî salî me”. Yên pirsîn matmayî man, gotin:

14 augusti 2020

Heger hûn dixwazin hinekî rehet bikin medyaya tirk taqîb mekin

Rez berê ne tu rez bû, terezê lê xist ji bin da wêran bû. Tirkiye ji berê û ber da ne tu welat bû. 

Lê bi îkîdara îslamîst û faşîstan bûye cehnimeyeke rastîn, welatekî trajî-komîk.


Tirk ne miletekî ku meriv di nava wan da bimîne, bi wan ra bijî. Wek kurd meriv bi hovên serê çiyan ra bijî ji jiyana bi tirkan ra sed qatî rehettir e.

13 augusti 2020

Koronayê por jî bi min da dirêjkirin



Ji destpêka adarê da ye, cergî nebixêra epîdemiya koronayê derketiye ez neçûme ser berber û min porê xwe kur nekiriye. 

Min îro ev rismê xwe girt. Min xweşik negirtiye, lê dîsa îdare ye, orjînal helbet gelkî çelengtir e.

Kêfa xanimê ji vî porê minê dirêj ra nayê, tim dibêje here ser berber. 


Ez rojan bi rojan didim, ji bo neçûnê her carê sebebekî nîşan didim. 


Çimkî ez ji vî porê xwe yê dirêj hez dikim, bi bawriya min ji porê kin bêtir bi min dikeve. 

Min Erdogan di xewna xwe da dît !

 Min vê sibê bi berbangê ra xewneke pir pîs, pir qebîh û bêyom dît. 

Gava ez bi xwe hesiyam ez matmayî mam. Min ji xwe ra got, ez çawa xewneke wiha derî aqil û hişan dibînim?


Ev qatilê kurdan çima ket xewna min?


Min xewna xwe ji xanimê ra got, ew jî matmayî ma, barek xeber jê ra da û got tobe, tobe, Xwedê bi xêrê bigerîne.


Ez xewna xwe ji we ra bibêjim.

12 augusti 2020

Li ser dînan û dînîtiyê

Îşev ez naxwazim dîsa qala xwe, qala karên min îro li mal kirine, qala teşxeleya xwe û xanimê bikim. Bira îro jî haya we ji halê min, ji jiyana min tunebe.

Hin rojan dibê meriv hin tiştên cihê bibêje, gezo jî her roj nayê xwarin. Dibê meriv hin mijarên nuh û balkêş bibîne.


Ez dixwazim îşev qala dînan û celebên dînan bikim. 

11 augusti 2020

Peymana Sewrê

Îsal sed saliya Peymana Sewrê ye. Bi Peymana Sewrê perçebûna Kurdistanê dest pêkir û bi Peymana Lozanê temam bû, Kurdistan kirin ça perçe û miletê kurd ket bin destê çar dewletan.


Yên Kurdistan perçe kirin û dan tirk û ereban û nehîştin kurd dewleta xwe ava bikin îngilîz û fransiz bûn. 

Peymana Sewrê, di 10ê tebaxa 1920a da li Fransayê, li bajarê Versayê di navbera dewletên Hevpeyman Dewleta Osmanî da hat îmzekirin.

Tu çima li halê min napirsî

Rojekê Xoce Nesredîn li gundekî waiz dida. Di axaftina xwe da qala gelek ewliya û enbiyan kir û got Hezretî Îsa li qatê çara yê asîman e.

Piştî waaz qediya kalekî xwe nêzî Xoce kir û jê ra got:

-Xoce, te got Hezretî Îsa li asîmanan li qatê çara ye. Ê nuha ew rebena li wir çi dixwe, çi vedixwe?

Xoce mizicî, got:

10 augusti 2020

Ji bo biserketinê xebat û wêrekî lazim e

Heger tu dixwzî bi bîna gulê sermest bibî, dibê tu tehamulî histiriyên wê jî bikî.

Heger tu dixwazî keskesorê bibînî, dibê tu tehamulî baranê û şilbûnê jî bikî.

Heger tu dixwazî herî dîharê herî bilind û ji wir li hawirdor temaşe bikî, dibê tu tehamulî kaşê dîhêr jî bikî.

09 augusti 2020

Îro jî wiha derbas bû

Van rojan piştî tahmîratê kar û barên malê û hewşê pir e, ez pir diwestim. Îro pê da wer dixebitim, karek diqede, karekî din ji xwe ra derdixim. 

Piştî nîvro me ji tûreşkên xwe hinek reçel û şerbet çê kir. Min çû çend şûşe kirîn. 

Mexzena me bûbû ciyê înşetaê, meriv nikanîbû nigê xwe bavêta. Ji mecbûrî min ji hev girt, hin qirqafên ne lazim avêtin, saet bû çar. 

08 augusti 2020

Jin û parzemîn

 Fîlozofê hinekî serxweş vegeriya ser hevalê xwe û jê ra got:

-Tu zanî, jin jî wek parzemînên(qiteyên, kontînentên)dinyayê ne.
Hevalê wî got çawa?
Fîlozof îzah kir…
Di nabêna salên 15 û 20a da dişibe Efrîqayê, nîvkifşbûyî, nîvbakîre ye.

07 augusti 2020

Uzir

 Yekî serxweş, dinya li dorê bûbû leylan, hûrik hûrik dimeşiya, rast û çep li ba dibû. Şûşeyek bi çavê wî ket, nigê xwe lêxist. Şûşe pengizî û cinek ji hundur şûşê derket. Cin got:

-Tu ji min çi dixwazî bixwaze...

Serxweş biziya, got:

-Ez uzrê xwe ji te dixwazim. Ez sozê didim te, ezê careke din tiştekî weha nekim.

Em pir westiyan lê mêwe xweş e

 

Ji do da ye ez û xanim di hinge dinge tûreşkê da ne. Ji çavnebarî me 12 kîlo anîbû. 

Ji ber ku em ecemî bûn û bêjinga me jî tunebû, metûreşkên xwe tevî toz û tebarê anî mal. 

Ji do da ye em paqij dikin û nakin naqede, pişt li me bûye nêk.

Me jê 3 kîlo kir reçel, emê hinekî bikin şerbet, emê hinekî jî têxin dolaba bûzê, dû ra hêdî hêdî lê biçêrin. 

06 augusti 2020

Îro me berê xwe da daristanê û me ev cewahir top kir

Min û xanimê îro berê xwe da daristanê û me herî kêm li dora deh kilo tirîreşk top kir.


Cîranekî me yê ji Montenegroyê heye, têkiliya me gelkî baş e. Camêr û xanima xwe îro em bi xwe ra birin daristanê û di nav du saetan da me li dora 9-10 kîlo tirîreşk, bi swêdî dibêjin ”blåbär”, top kir. 

Hûn çi navî lê dikin lê kin, ez ev im...

Hin dost û heval hene carnan nivîsên min, twîttên min bi tirkî şirove dikin û belav dikin. 

Ji bo parve dikin mala wan ava be, ez kêfxweş dibim. Tu îtîrazeke min li dijî parvekirinê tuneye, belovacî wê kêfxweş dibim.

Nivîsa min bi kurdî ye, ez kurd im, ew kurd e, kurdiya wî bi qasî ya min baş e û kesên nivîs û twîttên me dixwînin kurd in. 

De îcar ev çi tirkî ye?
Çima çend gotinên tirkî ewê pê va bizeliqin ?

05 augusti 2020

Gelşa gotinên ne bi kurdî

Ez dixwazim bi kinî qala gelşeke me kurdan bikim. Gelşeke mexsûsî me kurda ye. Di nav miltekî din da tiştekî wiha tuneye, ez bawer nakim hebe.


Di nivîsan da mesela peyvên ne bi kurdî.


Hin kes carnan zimanê min rexne dikin, dibêjin efendim filan gotina te bi kar aniye ne bi kurdî ye, bi erebî ye, dibê tu filan gotinê bi kar bînî.


Em bibêjin min gotiye ”kitêb”, yek radibe dibêje, ”mamoste, ne kitêb, bi kurdî pirtûk e.”

04 augusti 2020

Karkiran karê xwe qedandin lê ez jî qediyam

Karkirên me piştî deh rojan axirê îro karê xwe qedandin.
Lê ez jî qediyame.
Sibe ewê werin molozên li hewşê kom kirine bibin. Herdu aliyên hewşê tije moloz in.
Ji ber birrîna keviran hewş û mexzeneke me di tozê da mane. Heta em her derê paqij bikin û cî bidin her tiştî du rojên din jî ji emê di teq û reqê da bin.
Me xanî boyax kir û kevirên hewşa xwe guhert, hewş nuha gelkî xweşik bûye.

03 augusti 2020

Daxwaz

Yekî araqvexwur cara pêşî bû diçû mizgeftê. Piştî nimêja xwe qedand, dest bi duakirinê kir, got:

-Ey Xwedayê erş û asîman, çend quriş pere bide min feqîrî ji bo ku ez ji xwe ra şûşeyek araqî bikirim!

Yê li kêleka wî jî destên xwe vegirtibû û wî jî dua dikir, digot:

-Ey Xwedayê mezin, tu dîn û îmanê bidî min, tu min ji dîn û îmanê mahrûm nekî!

02 augusti 2020

Gerek em ji vî halî xelas bibin

Dibê her kurd bizanibe çiyê me hebe jî, em xwedî çi mal û milkî bin jî halê me ne tu hal e, wek miletekî bindest, bêdewlet em perîşan û rezîlê dinyayê ne.

Em wek bêkesekî berdîwar, bêmal û bêsitar in. Heta em wek nuha bindest bin, bêwelat û bêdewlet bin, destên faris, ereb û tirkan ewê tim û daîm di gewriya me da bin, tepa wan ewê tu carî ji serên me û zarokên me kêm nebin, emê tim xezal û ewê jî tim tajî û kûçikên har bin.

Em çi bin û xwediyê çi bin, gerek tim bizanibin em pir rezîl û perîşan in, dibê em ji vê zelûliyê xelas bin.

 Merivê bindest ne xwediyê îradeyeke azad e. 

XXX

Li zanîngeha Dîcleyê di beşê Ziman û Edebiyata Kurdî da bi kurdî nivîsandina tezan hat qedexekirin. Li Zanîngeha Dîcleyê êdî tu kesê nikanibe teza xwe bi kurdî binivîsîne.

Xwendevanên zimanê kurdî, akademîsyenên kurdî ewê nikanibin tezezên xwe bi kurdî binivîsin, dibê bi tirkî binivîsin. Ev tam qeşmerî ye.

Îslamîstên faşîst û pantirkîst li hin zanîngehan bi vekirina beşên kurdî poşman bûn, lema jî hin mafên dabûn kurdan, paş da digrin.

 


01 augusti 2020

Kurdên Konyayê û serpêhatiyeke xweş

Min di nivîseke xwe ya berê da qala cîranekî xwe yê kurdê ji Konyayê kiribû. Navê wî Salih Erdogan e, ji gundê Omera ye. Keç û lawekî wan heye. Lawik 18 salî ye, hîn dihere lîseyê. Herdu jî hurmetkar in, wek şekir in.

Bi minasebeta tahmîrata xanîyê me, min çend malbatên merivên wan jî nas kirin. 


Yê ji min ra karkir dîtin lawê meta Salih e, navê wî Kemal Bulduk e. 


Çend malbatên min nas kirin, giş jî ecêb camêr, nefsbiçûk û fedekar in.

PARVE BIKE