17 augusti 2020

Şerê me û mûriyan berdewam e.

 

Îro dîsa serê min di teqereqê da bû. Karê hewşê hîn neqediya ye. Me got belkî em kevirên hewşê biguherin em ji mûriyan (gêrikan) xelas bibin, lê em xelas nebûn, dîsa ji bin kevirên nuh derketin.

Em kîjan dermanî pê direşînin jî ne xeme wan e, dev ji qulikekê berdidin, qulikek nuh vedikin. 


Hîn em telîm nebûne, lê bi qasî xuya dike em nikanin bi wan û ev yek jî me gelkî nerehet dike. Em ditirsin werin hundur malê.


Danê nîvro xanimê ji nişka ve got, wa ye dîsa dinya germ e, were em îşev ji xwe ra goşt bibrêjin.


Min got baş e. Min çû hinek goştê qîme kirî, goştê perçe li mal hebû. Min goştê xwe terbiye kir û xist dolabê.


Ev çend roj bûn min pasta çê nekiribû, min got xanim qahwe bi pasta ra xweş e. Got wele tu zane. Paste, şîranî çêkirina tiştên wiha karê min e, xanim ji van tiştan fêm nake. Ew hosta nanê goşt, kufte, pel û patîla ye. 


Min çar sêvên xwe ji darê jêkirin û di nava nîv saetê da pastake sêvan çê kir û da ber qahwê. Êvarî jî me goştê xwe biraşt. Yanî îro qet venehesiyam, wer di kar û hinge dingê da bûm.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE