17 augusti 2020

Hevaltî xweş e lê sinetekî zor e

 

Heger tu dixwazî nabêna te û hevalê te xera nebe, dilê we ji hev sar nebe, hevaltiya we, dostiya we bê piruz û bê leke, heta û heta dom bike, dibê tu du tiştan nekî: 

Yek, deyn nede hevalê xwe, ji hevalê xwe deyn nexwaze. 

Heger te deyn dayê jî ji çavê xwe bavêje, rojekê li te vegerand, vegerand, venegerand jê nexwaze, tu bixwazî ewê dilê we ji hev bimîne, ewê terk li hevaltiya we keve.


Helbet hin îstîsna hene, lê îstîsna ne.


Ya din, di medyaya sosyal da, çi biçûk, çi mezin, muhîm,  ne muhîm tu carî kêmasî û şaşiya hevalê xwe, dostê xwe tu carî alenî  nebêje, hevalê xwe alenî îqaz û rexne neke.


Dema te kêmasiyek ya jî şaşiyeke hevalê xwe dît, ne alenî, rû bi rû jê ra bibêje, jê ra binivîse, di telefonê da jê ra bibêje. 


Lê fikrê hevalê xwe, nivîsa hevalê xwe tu carî alenî rexne neke. Tu bikî şaş e, tu yê li zirarê derkevî.


Heger tu kêmasî û şaşiya hevalê xwe vekirî, li pêş çavê her kesî bibêjî ewê ji viya memnûn nabe û ewê dilê we ji hev bimîne, hûnê ji hev sar bibin. 


Ew viya ji te ra eşkere nebêje jî, di dilê xwe da ewê ji te sar bibe, hezkirina we ewê kêm bibe.


Dilê carê ji hev ma, dilê carê ji hev sar bû, hew li hev germ dibe. 


Dibê şûşa dil neşkê, ku carê şikiya hew dicebire.


”Hevaltî wek tasikeke ji axê ye, ji ber sebebekî bêqîmet ji nişka ve dişkê û careke din jî nayê bikaranîn.”

Dîtina hevalekî rastî zor e, salan digre, lê meriv kane bi yek gotinê dilê hevalê xwe yê salan ji xwe bihêle. Hevaltî xweş e, lê zor e, ji evînê jî hesastir e.


Hevalê bêkêmasî, bêqusûr tuneye, kêmasî û kusûrên hinekan hindik in, yên hinekan pir in.


Hevalê baş wek darekê ye, di qijala rojên germ da meriv kane li ber siya wê rûne. 


Dibêjin ”bira, kane nebe dost, lê belê dost her tim bira ye.”


“Gul, lale, çîçek hemû diçilmisin. Pola û hesin dişkê, lê belê hevaltiya saxlem ne diçilmise û ne jî dişkê.”

Û temiya min a dawî “, dilê hevalê xwe nehêle, tu careke din dilê wî bigrî jî, di dil da leke her dimîne…”

Hevaltî xweş e, lê sinetekî zaor e, her kes ji heq vî sinetî dernayê

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE