16 augusti 2020

Ez carnan li ciyê rehetiyê serê xwe dixim teşxelê


Carnan cinên min tên min tilî dikin û ez karê dînan dikim. Gava li mal kêmasiyekê bibînim nikanim bipêm, di ser guhê xwe ra bavêjim. Dibê tavilê wê kêmasiyê ji ortê rakim, wî karî bikim.


Ji hewşa me ra, ji bexçeyê me ax lazim e. Me kevirên hewşa xwe guhertin, dûzanek nuh, şikil û şemayekî nuh da hewşê. Hîn jî bi temamî neqediyaye.


Ji bo gul û çîçekan ji me ra çend torbe ax lazim e. Lê ji ber ku ereba min tuneye ji Maxîyê anîna axê zahmet e.

Min vêsê zû xwe ji xanimê vedizî, rahîşt taxurka xwe(ereboka xwe ya desta) û berê xwe da Maxîyê. 


Min çar torbe ax kirî, her torbeyek 50 lîtir e; torbeyên xwe avêtin ji ser ereboka xwe da û bi halekî perîşan berê xwe da malê.


Di nabêna Maxîyê û mala me herî kêm 3 km e û rê jî kaş û berkaş e.


Min erebok bi zor ji cî livand, çimkî 200 lîtir ax li ser e. Ji şansê min r atekerê qê jî daketibû. Ji bo dagirtinê ez çûm petrolê, ji şansê min ra petrol girtî bû, saet 11.00 vedikirin. 



Ez li dora sed mîtroyî çûm, erebeyek nêzî min sekinî. Qey halê minê perîşan bala camêr kişand, got apo, tu wiha bi ku da diherî?
Min got, ”ez diherim mal.”
Got ”mala te li ku ye?”
Min ciyê mala me jê ra got.
Got, “tu yê bi vî hawî herî mal?”
Min got, erê. Çimkî ereba min tuneye, ji mecbûrî ezê bi vî halî xwe bigihînim mal.
Camêr yekî xort bû, xerîb bû, got:
”Apo, raweste, ezê te bibim, vî barî tu nikanî bibî mal.
Min got, ”mala te ava be, lê zahmet neke, ji bo te ewê zor be, ezê hêdî hêdî herim.”
Got, ”na, bise ez erebê park bikim.”


Neyse, ereba xwe li kêlek Rustayê park kir û torbên min yek bi yek avêt baxaca erebê. 


Min xwest ez jî torbeyekî rakim, qebûl nekir, got destê xwe pê neke, ez hel dikim. 


Di nav du deqîqeyan da torbên min û ereboka min avêt ji baxaca ereba xwe da û em bi rê ketin.
Bi rê da min çend caran sipasî wî kir û got tu ji kîjan welatî yî? 


Got ”ez pakîstanî me.”
Xortekî li vir mezin bûbû. Min got: 






”Di normalê da ez merivekî bêşans im, lê îro şansê min serî hilda, kabê min mîr hat, ev alîkariya te ji bo min pir bi qîmet e, ez ji bîr nakim, ezê vê serpêhatiya xwe îşev di bloga xwe da binivîsim û sipasî te bikim. "
Min xwest navê xwe ji min ra bibêje, got ”ne hewce ye, hema bibêje cîranekî min bû.”


Camêr axa min jî bir hundur hewşê, li der, li ber derî dananî. Bi dengê erebê ra xanim ji alîyê din ê hewşê hat, dema çavê wê li torban ket matmayî ma, got qey tu dîn bûyî? Te bi texsiyê anî ne wisa? 

 
Min got hela hinekî xwe ragire, ew ketibû tirsa perê texsiyê, wê digot nuha min pêşek pere daye heqê texsiyê. 


Min erboka xwe danî mexzenê û em derbasî alî din ê hewşê bûn. Û min hûrik, hûrik jê ra qala vê serpêhatiya xwe kir. 


Dîsa got, ”bi Xwedê tu ne biaqil î, lê şansê te heye tu rastî wî xortî hatiye…”


Min got xanim, jiyan bêyî zahmetî û bêyî rîsk nabe. Lê ji bîr neke surprîzên jiyanê jî pir in.
Her tim biaqilî nabe, carnan jî dibê meriv dînîtiyê bike, dînîtî carnan ji aqil baştir e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE