07 augusti 2020

Uzir

 Yekî serxweş, dinya li dorê bûbû leylan, hûrik hûrik dimeşiya, rast û çep li ba dibû. Şûşeyek bi çavê wî ket, nigê xwe lêxist. Şûşe pengizî û cinek ji hundur şûşê derket. Cin got:

-Tu ji min çi dixwazî bixwaze...

Serxweş biziya, got:

-Ez uzrê xwe ji te dixwazim. Ez sozê didim te, ezê careke din tiştekî weha nekim.

 

Bira ji te ra be

Mamoste serê sibê ket sinifê, bala xwe dayê wa ye boçikek cixarê di bin masakê da li erdê ye. Gelkî aciz bû, bi hêrs ji zarokan pirsî:

-Zû ji min ra bibêjin, ev boçika cixarê ya kê ye?

Her çiqas çend caran pirsa xwe dubare kir jî kesî deng nekir. Li hember israra mamoste, xwendekarekî got:

-Mamoste, madem te dîtiye hema bira ji te ra be, de îcar çima tu xwe hewqasî hêrs dibî û xwedixeyidînî?

 Ceza

Mamoste dersek wek wezîfe dabû Sosinê, ji bo ku li mal çê bike. Sosinê dersa xwe çê nekir û çû dibistanê.

Mamoste çer ket hundur sinifê, çavên xwe li der û dora xwe gerand û dûra ji Sosinê ra got:

-Ew dersa çend roj berê min dabû te, ji bo te li mal çê bikira, bîne ezê lê mêze bikim, îro dawî ye.

Lê Sosinê dersa xwe çênekiribû, ji mamoste ra got:

-Mamoste, berî wê ez dixwazim tiştekî bipirsim:

Mamoste got:

-Fermo, bipirse.

Sosin:

-Mamoste, bi ya te, meriv kane ji bo tiştekî ku meriv nekiribe were çezakirin?

Mamoste got:

-Na.

-Ê wê gavê ez kanim bibêjim, min dersa xwe çênekiriye.

 

Nalê bi ser derî ve û siûda baş

Li Diyarbekrê, li Mizgefta Hezretî Silêman yekî ji meleyê weiz dida pirsî, got:

-Mele, dibêjin nalê(solê) hespan bi ser deriyê kê ve be siûda wî baş diçe û oxira wî vedibe, ma tu dibê ev rast e?

Mele got:

-Ez bawer nakim, çimkî ji wan nalan çar heb bi nigên her hespê ve hene, lê dîsa jî rebenan ji sibê heta êvarî wer di bin baranda ne, qamçiyan dixwun. Îcar dema çarên wan pere neke, ez nizanim çima ewê yeka te siûdê ji te ra bîne?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE