08 augusti 2020

Jin û parzemîn

 Fîlozofê hinekî serxweş vegeriya ser hevalê xwe û jê ra got:

-Tu zanî, jin jî wek parzemînên(qiteyên, kontînentên)dinyayê ne.
Hevalê wî got çawa?
Fîlozof îzah kir…
Di nabêna salên 15 û 20a da dişibe Efrîqayê, nîvkifşbûyî, nîvbakîre ye.

Di nabêna salên 20 û 30î da wek Emerîkayê ye. Bi her hawî hatiye kişifkirin û hemû taybetî û xweşikiyên wê derketina ortê.

Di nabêna salên 30 û 35a da wek Japonyayê ye. Wek pêtek agir e, pir bi hereket e û her wisa kamil û nazenîn e jî.

Di nabêna salên 35 û 40î da wek Fransayê ye. Di herbê da gelek zirar dîtiye, lê dîsa jî pir delal û bi cazîbe ye.

Di nabêna salên 40 û 50î da wek Elmanyayê ye. Di herbê da wenda kiriye, lê hîn hêviyên wê pir in.

Di nabêna salên 50 û 60î da wek Rûsyayê ye. Fireh e, mezin e, sakin e. lê kes riya xwe vênaxe, tim bi tenê ye û ji pertav da ketiye.

Piştî 60 saliya xwe êdî wek Tirkiyê ye. Xwedêgiravî xwedî dîrokek bi şan û îhtîşam e, lê pêşeroja wê tuneye.

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE