07 augusti 2020

Em pir westiyan lê mêwe xweş e

 

Ji do da ye ez û xanim di hinge dinge tûreşkê da ne. Ji çavnebarî me 12 kîlo anîbû. 

Ji ber ku em ecemî bûn û bêjinga me jî tunebû, metûreşkên xwe tevî toz û tebarê anî mal. 

Ji do da ye em paqij dikin û nakin naqede, pişt li me bûye nêk.

Me jê 3 kîlo kir reçel, emê hinekî bikin şerbet, emê hinekî jî têxin dolaba bûzê, dû ra hêdî hêdî lê biçêrin. 


Hevalên ji tûreşka hez dikin bira kerm kin werin, têra gelek kesan dike. 


Ji bo ku em biqedînin min ji xanimê û ji xortên xwe ra ev pasta çê kir; bi swêdî navê wê pasta tûreşkê ye. Bi besteniyê/dondurmeyê ra pir xweş e.


Xwezî nuha hin hevalan li derî xista û me tev hev bixwara…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE