06 augusti 2020

Îro me berê xwe da daristanê û me ev cewahir top kir

Min û xanimê îro berê xwe da daristanê û me herî kêm li dora deh kilo tirîreşk top kir.


Cîranekî me yê ji Montenegroyê heye, têkiliya me gelkî baş e. Camêr û xanima xwe îro em bi xwe ra birin daristanê û di nav du saetan da me li dora 9-10 kîlo tirîreşk, bi swêdî dibêjin ”blåbär”, top kir. 


Herdu satilên sipî min û xanimê top kir û hersê torbe jî wan ji me ra top kir. Ew tim diherin, lema jî ew bûne hoste. Aletê me yê topkirinê jî yek bû, yê wan dudu bûn. 

Alet jî wan da me. Ez çûm kîjan merketê gotin îsal ber(tûreşk)pir e, lema satil û bêjing li hewa diqedin, çer tên xelk ji dest hev direvîne. Lema jî em bêsîleh bûn, wan yek da me.


Li daristanên Swêd ber(gelek cûreyên tûreşkan) û kakivîlk pir in û di nava swêdiyan da topkirina wan pir populer e.  


Ev 40 sal in ez li Swêd im, ev cara pêşîye em ji daristanê vî zêrê reş top dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE