06 augusti 2020

Hûn çi navî lê dikin lê kin, ez ev im...

Hin dost û heval hene carnan nivîsên min, twîttên min bi tirkî şirove dikin û belav dikin. 

Ji bo parve dikin mala wan ava be, ez kêfxweş dibim. Tu îtîrazeke min li dijî parvekirinê tuneye, belovacî wê kêfxweş dibim.

Nivîsa min bi kurdî ye, ez kurd im, ew kurd e, kurdiya wî bi qasî ya min baş e û kesên nivîs û twîttên me dixwînin kurd in. 

De îcar ev çi tirkî ye?
Çima çend gotinên tirkî ewê pê va bizeliqin ?

Belkî ez ne biaqil im, belkî tiştê ez şaş dibînim ji bo hin kesan dînîtiye; lê ez ev im.

Hevalên kêfa wan ji min ra nayê, vê şêla min şaş dibînin ne mecbûr in min taqîb bikin, di facebookê û twîtterê da bibin hevalên min.
Ez tirkî nanivîsim û şiroveyên bi tirkî qebûl nakim. Ez naxwazim kes nivîsên min, twîttên min bi tirkî belav parve bikin.
Hûn çi dibêjin bi kêfa xwe ne, ez wiha difikirim. Yên vê şêla min rast nabînin bira nivîs û twîttên min parve nekin.


Donald DJ Trump: Buye kurm ezbenî ji hinekan re..! Buye kurm..! Eynî mîna çixare u tiryakê.. Beleteşbîh, tişketî wekî alkolîzmê ye.. Bedena wan a netewî dirizîne.

Îsmetullah Ozdag: Mixabin tirkî bûye benîştê qanûkê di devê hin kurdan da. Diçin û tên dicûn.

Gulaserhede65: Qansêr e ketiye nav laşê kurdîtiyê.

 Salih Yayan: Ya rast ewa tu dikî û tu qenc û xweş dikî.

 Mamoste Sait: Her hebî kekê hêja

 Kaniya Dapire: Helwesta te ya herî bi rûmete, mamoste.Temenê dirêj

 

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE