Ez dixwazim bi kinî qala gelşeke me kurdan bikim. Gelşeke mexsûsî me kurda ye. Di nav miltekî din da tiştekî wiha tuneye, ez bawer nakim hebe.
Di nivîsan da mesela peyvên ne bi kurdî.
Hin kes carnan zimanê min rexne dikin, dibêjin efendim filan gotina te bi kar
aniye ne bi kurdî ye, bi erebî ye, dibê tu filan gotinê bi kar bînî.
Em bibêjin min gotiye ”kitêb”, yek radibe dibêje, ”mamoste, ne kitêb, bi kurdî pirtûk
e.”
Min gotiye edebiyat, yek rexne dike, dibêje ”mamoste, ne edebiyat, bi kurdî wêje
ye.”
Min gotiye îmkan, yek îtîraz dike, dibêje ”ne îmkan, bi kurdî gengaz e.”
Numûne pir in, ez naxwazim zêde dirêj bikim.
Ez tu carî bi van kesan ra nakevim minaqeşê û dilê wan nahêlim.
Ez kanim bibêjim çi te ra ez kîjan gotinê bi kar tînim?
Û yên van tiştên wiha dikin jî bi piranî merivên nezan in, nizanin du gotinan
rast binivîsin.
Lê matmayî dimînim însan çawa kane bi wê nezaniya xwe biwêribe zimanê yekî haya
wî ji van tiştan heye rexne bike.
Tiştê herî balkêş jî, kesên li dijî van gotinên ne bi kurdî derdikevin û aqil
didin min, şîretan li min dikin, bi piranî haya wan ji rastnivîsê tuneye, du
peyvên nivîsîne jî ne rast in. Hinekên wan tew herfên kurdî nas nakin. Ferqa herfên
biçûk û mezin nizanin.
Lê dîsa jî diwêrin zimanê min, peyveke erebî min bi kar aniye rexne bikin.
Cehalet gelek caran însên cesûr dike. Feqet cesareta cahiliyê jî xwerab e,
meriv dike pêkînin.
Mesela gotinên kurdî û ne nekurdî, rexnekirina peyvên erbî tenê di nav me kurdan
da heye, di nav miletekî din da tiştekî wiha tuneye.
Di tirkî da jî bi hezaran peyvên erbî û ne bi tirkî hene. Belkî ji sedî 40- 50ê
peyvên her meqaleyeke bi tirkî gotinên ji zimanekî din in.
Lê min qet nedîtiye kesî ji nivîskarekî tirk ra gotibe filan peyva te bi kar
aniye ne bi tirkî ye, dibê tu ji dêl wê peyvê ve filan peyvê bi kar bînî.
Ew kesên di nivîsên min da bi mercegê li gotinên erebî digerin û rexne dikin,
di nivîsên tirkî da tu carî tiştekî wiha nakin, tu carî ji nivîskarê teksteke
bi tirkî ra nabêjin ev gotin bi erebî ye, dibê tu biguherînî.
Di swêdî da jî bi hezaran gotinên ne bi swêdî hene, tu carî nayê bîra swêdiyekî di nivîsekê da gotinên biyanî rexne bike. Rexneyeke wiha bi rastî ne karê aqil e. Meriv gava nivîsa yekî xwend jê ra nabêje filan gotin ne bi kurdî ye, çima te filan gotin bi kar neanîye?
Mesela îro yekî ji in ra gotiye, ” Takip şopandé ne kekê.”
Wek tê dîtin, bêyî ”kekê”, hersê pey jî şaş in. Lê ev camêr dîsa jî diwêre
zimanê min rexne bike. Ji wî wetnê haya min ji ”şopandinê” tuneye.
Gava ez nivîsekê dinivîsim, kîjan gotin tê bîra min ez wê gotinê bi kar tînim.
Di wê esanyê da ez nikanim li gotinên kurdî bigerim, li ser etîmolojiya her
gotinê bifikrim.
Her kes, her nivîskar xwedî wokabulerekê ye, meriv nikane ji her nivîskarî eynî
wokabulerê, eynî zimanî, eynî peyvan bixweze. Ev ne mimkûn e. Xwestina tiştekî
wiha ne normal e.
Nivîskar gotiye kitbêb ya jî pirtûk, gotiye qatil ya jî kujer, gotiye edebiyat
ya jî wêje, ev zimanê wî/wê ye, wokabulera wî ye, tercîha wî ye.
Ne xweş e meriv nivîsekê bixweîne û ji nivîskarê ya jî nivîskara wê ra bibêje
filan gotina te ne bi kurdî ye, gerek tu vê peyvê bi kar bînî!
Çi ji te ra, ez bi kar naynim!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar