Karkirên me piştî deh rojan axirê îro karê xwe qedandin.
Lê ez jî qediyame.
Sibe ewê werin molozên li hewşê kom kirine bibin. Herdu aliyên hewşê tije moloz
in.
Ji ber birrîna keviran hewş û mexzeneke me di tozê da mane. Heta em her derê
paqij bikin û cî bidin her tiştî du rojên din jî ji emê di teq û reqê da bin.
Me xanî boyax kir û kevirên hewşa xwe guhert, hewş nuha gelkî xweşik bûye.
Ez gelkî westiyayî me, ji nuha da xewa min tê. Ez bawer dikim ezê bîstek din rabim rakevim.
Ev çend roj in haya min ji dinyayê tuneye. Çimkî heta saet heyşt, nehê şevê ez li ba karkira me û dû ra jî wexta meriv bixwîne, binnivîsîne zêde namîne. Lê ji bo tişt nuh û xweş bibin dibê meriv xwe biwestîne.
XXX
Li dinyayê tiştên, pîşikên baş jî, pîşikên xerab jî bi demê
ra dibin adet, dibin kultur, perda şermê û anormaliyê diçirînin û însan jî di
bin tesîra wan da dimînin. Û piştî demekê dibin şiklekî jiyana hin kesan, însan
êdî van pîşikên berê xerab bûn, şerm dihatin dîtin, qebûl dikin.
XXX
Ez bala xwe didim halê xwe û halê kurdan, matmayî dimînim,
nizanim çi bibêjim.
Hal û ehwalê me, jiyana me him trajedî ye, him jî komedî ye.
Em herduyan bi hev ra dilîzin.
Lê haya piraniyê ji vê jiyana trajîkomîk tuneye. Ji xwe
trajediya mezin jî ev e.
XXX
-Heger tu talibê menzereyê yî, dibê tu westana di kaşê wê da
jî bigrî çavê xwe.
Çar şîretên giranbiha yên fîlozof û matamatîkzanê bi nav û
deng Pîsagorê rahmetî:
-Ya dibê meriv dengê xwe neke, ya jî peyveke ji bêdengiyê bi
qîmettir bibêje.
-Gava meriv gotinên herî kevn ”erê” û ”na” dipeyive, dibê
herî zêde li ser bifikira û dû ra bi kar bîne.
-Ne bi dizî, ne jî li ba kesên din tiştê tu jê şerm dikî
meke.
-Şelafan li ba xwe nehêle, çimkî ew ji dijminan tahlûketir
in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar