03 augusti 2020

Daxwaz

Yekî araqvexwur cara pêşî bû diçû mizgeftê. Piştî nimêja xwe qedand, dest bi duakirinê kir, got:

-Ey Xwedayê erş û asîman, çend quriş pere bide min feqîrî ji bo ku ez ji xwe ra şûşeyek araqî bikirim!

Yê li kêleka wî jî destên xwe vegirtibû û wî jî dua dikir, digot:

-Ey Xwedayê mezin, tu dîn û îmanê bidî min, tu min ji dîn û îmanê mahrûm nekî!

Ji ber ku herduyan jî di rêza pêşî da nimêj dikirin, dengê wan çû mele. Piştî nimêjê mele vegeriya ser yê araqvexwur, jê ra got:

-Bala xwe bidê, xelk ji Xwedê dîn û îmanê dixwaze, lê tu perê araqiyê dixwazî. Ma tu fedî nakî tu di mala Xwedê da ji Xwedê perê araqiyê dixwazî?

Yê araqvexwur got:

-Mele, li ba meriv çi tunebe, kêmasiya meriv çi be, meriv wiya ji Xwedayê xwe dixwaze. Ji min ra araq, ji wî ra jî dîn û îman lazim e...

 

Hesp ketiye dest

Mêrik li ciyê kar ji hevalê xwe ra got:

-Xanima min pir qelaw bûye, lê ji dêlî parêz bike, her roj diçe du seetan li hespê suwar tê.

Hevalê wî got:

-Ê zeîf dibe ya na?

Mêrik keniya, got:

-Wele hespa reben ketiye dest, bi kêmanî deh kîloyî zeîf bûye, lê xanimê hîn tuxtek jî kêm nekiriye.

 

Tixtor

Mêrik çû ser tixtorê daxiliyê. Tixtor ew tazî kir û tenê bi STETOSKOPê (aletêg tuxtor pê miayene dike) li pişta wî, li sînga wî guhdarî kir û di ber ra tim digot:

-Bîna xwe bigre û berde, bîna xwe bigre û berde, bîna xwe bigre û berde.

Miayene qediya, mêrik pere dirêjî tixtor kir û jê ra got:

-A ji te ra, tu jî bîn bike û berde, bîn bike û berde, bîn bike û berde…

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE