02 augusti 2020

Gerek em ji vî halî xelas bibin

Dibê her kurd bizanibe çiyê me hebe jî, em xwedî çi mal û milkî bin jî halê me ne tu hal e, wek miletekî bindest, bêdewlet em perîşan û rezîlê dinyayê ne.

Em wek bêkesekî berdîwar, bêmal û bêsitar in. Heta em wek nuha bindest bin, bêwelat û bêdewlet bin, destên faris, ereb û tirkan ewê tim û daîm di gewriya me da bin, tepa wan ewê tu carî ji serên me û zarokên me kêm nebin, emê tim xezal û ewê jî tim tajî û kûçikên har bin.

Em çi bin û xwediyê çi bin, gerek tim bizanibin em pir rezîl û perîşan in, dibê em ji vê zelûliyê xelas bin.

 Merivê bindest ne xwediyê îradeyeke azad e. 

XXX

Li zanîngeha Dîcleyê di beşê Ziman û Edebiyata Kurdî da bi kurdî nivîsandina tezan hat qedexekirin. Li Zanîngeha Dîcleyê êdî tu kesê nikanibe teza xwe bi kurdî binivîsîne.

Xwendevanên zimanê kurdî, akademîsyenên kurdî ewê nikanibin tezezên xwe bi kurdî binivîsin, dibê bi tirkî binivîsin. Ev tam qeşmerî ye.

Îslamîstên faşîst û pantirkîst li hin zanîngehan bi vekirina beşên kurdî poşman bûn, lema jî hin mafên dabûn kurdan, paş da digrin.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE