26 augusti 2020

Weşana Çarpel Medya bi tirkî şaş e û bi zirar e

Ez rehet nasekinim, ji xwe nagerim. Ezê tiştekî bibêjim hêvî dikim hevalên me yên PAKê xwe ji min nexeyidînin, dilê xwe ji min nehêlin. Ez nebêjim rehet nakim, dibê raya xwe bibêjim.

Guh didin raya min y ana, ew bi kêfa xwe ne.

Bi baweriya min "Çarpel Medya" bi weşanên xwe yên tirkî karekî şaş û ne baş dike. Tu ferqa wê ji yên berê, ji yên hêzên din tuneye.

Bêyî zirarê tu fêdeyeke weşanên bi tirkî ji kurdan ra tuneye. Ev do jî wiha bû, îro jî wiha ye. Zirara weşanên bi tirkî sed qatî ji fêda wê pirtir e. Ji ber ku kurdan heta nuha ev rastî, ev heqîqet nedîtin û qebûl nekirin bi milyonan kurd asîmîle bûn û kurdî ket qomayê.


Xwedêgiravî PAK ewê siyaseteke cihê bimeşanda, ewê weşaneke cihê bikira, lê dawiya dawî ew jî çû ser xeta tirkîparêzan. Ez weşanên Çarpel Medya yên bi tirkî pir şaş û bi zirar dibînim û gelkî jî pê acizim. Ez vê siyasetê teswîp nakim û lema jî dixwazim her hevalên PAKê û her kes vê raya min bizanibin.

 

Em ferz bikin kurdekî (ya jî kurdeka) pir hêja, pir zana, pir fedekar, pir întelektuel, yanî merivekî bi her hawî mikemel heye û dixwaze bibe serokê partiya me. Lê bi kurdî nizane.

Bi baweriya min dibê meriv kurdê bi kurdî nizane neke serokê xwe, kurdê bi kurdî nizane çiqasî hêja be jî dibê nebe berpirsiyar û serokê me.

Siyasetmedarê bi kurdan ra bi tirkî dipeyive kurdan asîmîle dike, meriv dûr û dirêj bifikire zirarê dide tevgera kurd.

XXX

Do min ji hevalên xwe yên facebookê û yên twîtterê pirsî, min got ez dixwazim yek ji bo bloga min hindik-rindik rismekî min ya jî karîkatorekî min çê ke.

Min got yê bixwaze ez kanim heqê wî jî bidim.

Heta nuha yek kesî jî berbersîvek neda vê pirsa min.

Belkî jî kesî nexwendiye.

Çimkî bi kurmancîye.

Ez dibêjim heger min bi tirkî nivîsîbûya çend resam û karîkatorîstan ewê bigotana emê çê kin. Gava nivîs bi kurdî be kêm kes bêyî sernivîsê dixwîne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE