26 augusti 2020

Ji jor xwestiye

Rojekê xortekî mizawir û hinekî ji xwe bawer bi rê da rastî keçikeke gelkî xweşik hat û bela xwe di keçikê da, jê ra got:

-Xezala narîn, ma kevirê bibare, ma dinyayê xera bibe tu ji wan lêvên xwe yên sorî giryazî ramûsanekê bidî  vî  hustuxwarî ?

Keçikê bi hêrs pahniya sola xwe nîşanî xort da û got:

-Nuha ez bi vê paniya sola xwe yekê li serê te xim wê demê tu yê bibînî ku maçkirin çawa ye!

Xort yekî hinekî rûşuştî bû, dev ji keçikê bernade, got:

-Xeza xwînşîrîn, min gelkî ji jor xwest, lê tu pir jêr nîşan didî. Were em li ser orta wê li hev bikin.

 

Ferq

Ji Xoce Nesredîn pirsîn, gotin:

-Xoce, ma bi ya te, di nabêna jinbiyê û jina zewicî da çi ferq heye?

Xoce hinekî da bîra xwe, got:

-Jina bî dizane mêrê wê li ku ye, lê ya zewicî nizane.

 

Min tewqîf bikin

Yekî xwe bi helke helkeke mezin avêt hundur qereqolê û ji qumsêr ra got:

-Qumsêr beg, ez ketime bextê te zû min tewqîf bike! Min bi şeşderbê sê çar gule bera jina xwe dan.

Qomsêr bi hawakî matmayî got:

-Mir?

Mêrik got:

-Na,derbek jî lê neket.

Qumsêr got:

-Baş e ku jinik nemiriye. Ê ev tirsa te ji ber çi ye?

Mêrik hustiyê xwe xwar kir û got:

-Qumsêr beg, li pey min e, heger min bigre ez zanim ewê çi bîne serê min! Ji bo xatirê Xwedê min tewqîf bikin, bira xwe negihîne min! Ewê wek mirîşkan min bipûrtikîne...

 

Êşa çav

Yekî ji Mistoyê dînik pirsî, got:

-Misto, çavê min diêşe, tu dibê ez çi dermanî bi kar bînim ewê jê ra baş be?

Misto got:

-Weleh çendakî berê diranê min êşiya, ez çûm ser tuxtor min da kişandin û ez ji êşê xelas bûm. Tu jî herî bide kişandin û ji êşê xelas bibe.

 

Sal zane

Du bajarîyên nezan cara pêşî bû derketibûn derî bajêr, ji xwe ra di nav daristanê da digeriyan. Ji nişkave kêrguyekî got xişt û ji ber wan baz da. Bîstekê bi meraq li beza kêrgu nêrîn. Piştî kêrgu ji ber çavan wenda bû, yekî ji hevalê xwe pirsî:

-Ma tu dibê kêrgu hêkan dikin, ya çêlikan tînin?

Hevalê wî bîstekê da hişê xwe, got:

-Sal zane.

Yê din bêtir meraq kir, got:

-Çawa sal zane?

Rebeno carê derewek kiribû, dibê cî bida derewa xwe. Got:

-Sala germîyan zêde be çêlikan tîne û sala sarma zêde be jî hêka dike û li ser qurp dikeve.

 

Siyasetmedar

Siyasetmedarekî xort yê Tirk li meydaneke mezin, li hember girseyeke gelkî qelebalix bi heyecan nutiq dida û ji milet ray dixwest. Piştî axaftina xwe qedand û ji ser kursiyê daket jêr, ji nav milet, kalekî feqîr çû ba wî û jê ra got:

- Wer xuya dike te hîn nuh dest bi siyasetê kiriye.

Siyasetmedarê xort hinekî bi matmayî got :

- Erê, lê te çawa fêm kir?

Kalo got:

-Dema te digot ”em her tiştî ji bo welat û milet dikin” ruyê te hinekî soro moro dibû. Ji wiya jî min fêm kir ku di vî karî da tu hîn nuh î.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE