26 augusti 2020

Di medyaya sosyal da programên bi tirkî li zirara me ye

Di siyasetê da ji bo serketinê xebat û îstîqrar şert e. Di siyasetê da mûcîze tuneye, dibê meriv di baweriya xwe da, di xeta xwe da israr bike, geh rast, geh çep lênexe.


Meriv tiştek şaş û bi zirar dît, dibê bi xwe wî tiştî, wî karî neke. Him bibêje filan kar ne rast e, şaş e, bi zirar e û dîsa jî wî karî bike, nabe.


Yên dibêjin partiyên siyasî gerek xebtên xwe bi kurdî bikin, siyaseta bi tirkî rê li ber asîmîlasyonê xweş dike, milet dihewisîne tirkî, gerek xebatên xwe, weşanên xwe bi tirkî nekin.


Efendim hin kurd bi kurdî nizanin. Bira nizanibin, bira hêdî hêdî fêr bibin.


Ma tirk ji bo ku bi me ra bipeyivin fêrî kurdî bûn?
Na, me zimanê wan nizanîbû, me ji wan fêm nedikir, lê dîsa jî bi zimanê me bi mera nepeyivîn, di tirkî da israr kirin û dawiya dawî em fêrî tirkî kirin.


Îro jî bi milyonan kurd tirkî nizanin, gava siyasetmedar dipeyivin ji wan fêm nakin, nizanin çi dibêjin, ji telewîzyon, radyoyên tirkî fêm nakin, nizanin weşanên bi tirkî bixwînin. 

Lê kes ji bo xatirê van kurdan dev ji tirkiya xwe bernade û bi kurdî bi van milyonan ra napeyive. 

Kurdên bi tirkî bi kurdan ra didin û distînin, bi tirkî xîtabî kurdan dikin tu carî nabêjin bi milyonan kurdên bi tirkî nizanin hene, lema jî dibê em bi kurdî bi wan ra bipeyivin.


De îcar emê çima tim li kurdên bi kurdî nizanin bifikrin û ji bo xatirê wan bi tirkî bipeyivin, binivîsin û di telewîzyonan û medyaya sosyal da bi tirkî programan çêkin?


Ew fêrî zimanê me nebûn, dibê em jî fêrî zimanê wan nebin. 

Wan em mecbûrî fêrbûna tirkî kirin, dibê em jî wan mecbûrî fêrbûna kurdî bikin.


Ew wek me nebûn, em kirin wek xwe. Dibê em jî wek wan nebin, wan bikin wek xwe, yanî wan fêrî kurdî bikin, neku em bi tirkî bipeyivin, binivîsin û programên bi tirkî çêkin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE