27 augusti 2020

Tirkên Kurdistanê jî bi qasî dewleta xwe sûcdar in

Tirkên li bakurê Kurdistanê giş dagirker in, giş bi destê dewletê li Kurdistanê, di mal û gundên kurdan û ermeniyan da hatine bicîkirin.

Piştî têkçûna Serîhildana Şêx Seîd, dewletê ji Balkanan, ji Kafkasan û ji Îranê bi sedhezaran mahcir anîn Kurdistanê û mal û milkên kurdan û ermeniyan li wan belav kirin. Mal û milkên piştî qetlîamê ji êrmeniyan mabûn giş dan mahcirên xwe, nehîştin kurd kirê jî bikin.

Û bi dehhezaran kurd jî bi darê zorê ji Kurdistanê derxistin, birin li bajarên Tirkyê belav kirin. Ji bo vê talana ji êrmeniya mabû bi navê "Şark Îslahat Plani" qanûn derxistin.

Ev yek di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da jî kiribûn, wê demê jî bi hezaran axa, beg, mîr û malmezinên kurdan ên welatparêz bi darê zorê ji Kurdistanê derxistin, bi çolan xistin û malên wan dan mahcirên anîbûn.

"Şark Islahat Plani/ Pilana Îslehkirina Kurdistanê" qanûna vê dagirkerîyê û talanê ye, bi vê qanûnê mal û milkên ermeniyan li mahcirên xwe belav kirin û pê ra jî demografiya Kurdistanê guhertin.
Him êrmenî qir û kurd qir kirin û him jî dest danîn ser malên wan û bi sedhezaran mahcir li Kurdistanê belav kirin.
Lema jî tirkên Kurdistanê giş dagirker in, talanker in, sûcdar in, wek qertelên ser beta ne.

XXX

Wek însanan, ji miletan ra jî carnan xerab tê, îşê wan baş naçe, siûda wan xerab digere, çi dikin li hev nayê, ku da davêjin xerab tê.
Ji me kurdan ra xerab hatiye, ev dused sal e siyasetmedar û serokên dibin rêberên kurdan ne erbabên karê xwe ne, ne hoste û gurên siyasetê ne.
Lema jî kurd li tu beşekî Kurdistanê tam bi ser neketin û azad nebûn.
Bi van partî û serokan xelasiya kurdan gelkî zahmet xuya dike. Bêhêvîtî ne baş e, lê xeyalperstî jî ne rast e.
Dr. Şivan ji bo kurdan şansekî mezin bû, îhtîmal hebû kurdan ji bindestiyê xelas bike, lê ew jî bi şiklekî trajîk zû ji ortê rakirin. Heta nuha siyasetmedar û serokekî wek Dr. Şivan ji nava kurdan derneketiye. Ji kurdan ra serokên wek Dr. Şivan lazim e Lê surprîzên dinyayê pir in, kî zane, belkî ji nişka ve kabê me mîr were û hin kesên jîr, jîhatî, xwedî qabîlîyet ji nava me derkevin û miletê kurd ji vê bindestiya salan rizgar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE