Ez îro peyvek nuh ji xanimê fêr bûm, "roj êdî deştî ye"...
Havînê, sibê gava roj hildihat wer di dawiya hewşa me da bû hetanî danê esir. Ne perde bûya em nikanîbûn li wî alî rûniştana.
Lê nuha zû jê derdikve, dixerice aliyê hewşê yê rojava.
Roja payizê xweş e, ev bîsteke min û xanimê xwe daye ber.
Bi vê minasebetê ez ji xanimê fêrî gotineke nuh bûm. Em li ser tîna rojê dipeyivîn, min got roj êdî zû dikeve vî aliyê hewşê. Got ji ber ”roj êdî deştî ye”,
yanî êdî ne wek bihar û havînê ye, zû dixerice.
Peyva ”roj deştî ye”, ez nuh dibihîzim, lema
jî baş nikanim îzah bikim tê çi maneyê.
Lê tiştê min fêm kir, ”roja deştî” ne wek roja bihar û havînê ye, ne pir tîk e û zû bi aliyê rojava ve dixerice…
Ev gotin li derên din jî heye, tuneye ez nizanim.
Min bi xwe ji roja deştî hez kir, zêde ne bi tîn e, meriv naşewitîne, tenê laşê
meriv, dilê meriv hinekî disincirîne. Ew jî pir xweş e, di vê demsalê da hewcedariya laş jî û dil jî bi germiyanê, sincirînê heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar