28 augusti 2020

Em ruhayî ji îsota jî, ji qahwê jî hez dikin

 


Em mêrikê ruhayî, berîvanî him ji îsot û tûjiyê û him jî ji qahwê û ji tahliyê hez dikin.


Abdulah Keskîn li ser qahwê, qahwa kurdî, qahwa kizwana û mirraya ereban nivîseke balkêş nivîseye, gotiye ew zêde ji qahwê zêde nake, bi ya wî qahwa kurdî, qahwa kizwana ne xweş e, qahweya tahl, yanî mirra ereba ji xwe qet nayê vexwarin.

Ji bo ku teza xwe jî xurt bike, Mam Hejar jî wek numûne nîşan daye, gotiye Mam Hejar jî ji qahwa tahl(mirra) hez nedikir. Û ji xatiratên Mam Hejar qala serpêhatiyeke wî û Haco axa kiriye...


Zewq jî, tahma dev jî li gorî înasanan û herêman diguhere, wek Mam Hejar û Abdula Keskîn hinek ji qahwê, ji qahwa kizwana hez nakin û hinek jî, mesela wek min, ji qahwa kurdî jî, ji ya kizwana jî û ji mirrayê jî hez dikin.


Ez her sibe xurîniya xwe bi fîncanek qahwe dikim. Him jî bi fîncaneke mezin ya swêdiyan.

Piştî nîvro jî miheqeq fîncaneke din vedixwim. Carnan bi şev jî fîncanekê vedixwim.

Fîncanên me yên qahwê jî ne wek yên kurdan biçûk in, wek yên swêdiyan in, yanî mezin in.

Lê qahwa kurdî di fînxanên kurdî da, yanî di fîncanên biçûk da da vedixwim. Carnan bi şîr, carnan bêşîr çê dikim.


Xanim ji qahwa swêdî hez dike, ez jî ji ya kurdî jî û ji ya swêdî jî hez dikim.

Li Wêranşarê yekî li bajêr mirra digerand, navê wî nuha nayê bîra min, min hinek pere pêşin didayê, ji bo ku rojê carekê, du caran mirrayê bide min. Ciyê min zanîbû, her roj dihat qahwa min dida min û diçû.

Torî xwedî rez in, ehlê dimsê û şîraniyê ne, belkî ne ji qahwê tenê, ji îsot û tûjiyê jî hez nakin. Min ji Abdula Keskîn wer fêm kir. Heyf, tahma devê xwe nizanin.


Ez fêm nakim, meriv çawa kane ji qahwê hez, lê ilim jî ji qahwa tahl(mirrayê) hez neke?


Heyra wele em ruhayî, berîvanî ji qahwê jî, ji îsota jî û ji tûjiyê jî hez dikin. 


Torî û Abdula Keskîn tiştekî ji bîr dikin, îsot jî, qahwe jî ji bo siheta însên baş in, herdu jî panjahriya gelek nexweşiyan in. 


Qahwe him neyarê kalorîyê ye û him jî jiyana meriv dirêj dike, nahêle Ezraîl zû nêzî meriv bibe.

Swêdî, fînî qahwê zêde vedixwin, lema jî jiyaneke dirêj dijîn, bi kêmanî umrê wan 15-20 salan ji yê me dirêjtir e.


Abdula Keskîn çi heyf bi venexwarina qahwê çend sal jiyana xwe kintir kiriye.

Em ruhayî bi xêra îsotê û qahwê Ezraîl çend salan ji xwe dûr dixin.

Mehmet Vural: Zinar te vê sibê dîsa anî bîra min,  derdê min zêde kir. Ka ezê çawa li nexweşxana Anqarê qahva tahl bibınim .
Nivîsa te pir di cî da ye, qahwa tahl (mirra) ji haft derdan ra derman e. Lê tu jı zane mirra mala Xerzo bi nav û deng e.Mirra nav bi erabî ye lê mirra herî baş li welatê me çê dibe. Çekirina Mirrayê pir zahmet e, 30 saat dikeli û çûdibe. Li Wêranşarê Karadayi çê dike, lê ne mirra ye Nesqahwe yi .Rojekê were Kela Çimdînê ezê ikramî te bikim, efîyet be biraye hêja .

 

Zinarê Xamo: Selametî be, hêvî dikim ne tiştekî talûke ye.

Erê tu rast dibêjî, qahwa oda mala Xerzo bi nav û deng e, apê te Mistefayê rahmetî pîrê wê bû. Nayê bîra min, min ji destê wî vexwar ya na, lê wê salê ez û Sîno Demir dema hatin Kela Çimdînê mala te, min têra dilê xwe mirra vexwar. Evdila Keskîn tahma devê xwe nizane, lema ji qahwê hez nake. Dibê carê were Kela Çimdînê û bibîne mirra çawa ye.

Gelek silavên biratiyê...

 Mehmet Vural: Gelek spas ez ji dile xwe li nexweşxanê me, lê ezê 2-3 rojên din vegerim. Ezê bi dermanan îdare bikim .
Silaven germ .

Fuat Kumruaslan: Abê Mistafa herdem qahwa wî hazir bû û cemata wî bi kêvxweşî vedixwar. Memet abê jî wê eseletê dimeşîni ,
Her bijî.

Ramazan Tepeli: Kekê Zinar, te şelengo bîrve kirîye. Nexweşî hebe jî tişt nabe, doxtorê me heye; Doxtor Sebo.

Destê te sax be. Te pir baş nivîsandîye.

Seyda Alpşen: Ez jî belkî ew 40 sal e her sibe bi wexwarina qehwe dest bi roja xwe dikim, lê ji qehwa kizwana re qet kêfa min nayê.

Zinarê Xamo: Bêguman wek qehwê nabe, tahma qehwê xweştir e.

Qehwe heyat e û we selam. Û mirra jî şahê qehwê ye.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE