29 augusti 2020

Li ser kitêbên gotinên pêşiyan

 Hin kes gotinên pêşiyan berhev dikin û wek kitêb çap dikin. 

Topkirina gotinên pêşiyan karekî baş e, dibê meriv vî beşê kultur û mîrata xwe biparêze, ji wendabûnê xelas bike, nehêle bi însanan ra, bi kal û pîran ra herin gorrê. 

Çi tiştê folklora kurdî, edebiyata kurdî ya devkî were topkirin, arşîvkirin baş e.

Yanî wek hinek dibêjin topkirina gotinên pêşiyan ne şaş e, karekî pir baş e, ew jî beşekî kultur, fikir, edebiyat, zewq û feraseta miletê me ne.

Lê kesên gotinên pêşiyan top dikin dibê yên berê çap bûne dubare û sêbare nekin, karê xelkê berê kiriye bi navê xwe çap nekin.

Hin kes eynî gotinan ji kitêban, ji malperan topî ser hev dikin û diweşînin. Ev ne xweş e. Dibê tiştekî nuh be, dibê meriv li herêma xwe, li derên din li tiştê nuh, yên nehatine çapkirin bigere, bibîne û wan çap bike, ne ku yên berê çend caran hatine çapkirin ji nuh ve çap bike. Tu fêda karekî wiha tuneye. 

Dibê meriv xwe biwestîne, here bajaran, gundan li nava milet bigere û tiştên nuh bibîne û çap bike.

 Karekî wiha pir hêja, her kes nikane bike. Lê çapkirina yên hazir, yên li ber destan e him ne rast e û him jî her kes kane bike.


Bi baweriya min dibê rojekê yek li ser vê mijarê lêkolînekê bike, bala xwe bide kitêbên gotinên pêşiyan hemûyan û derxe ortê hela çiqasê wan dubarekirin e. Va ye li vir ez viya ji hemû nivîskar û lêkolîneran ra dibêjim. Heta yek kane li ser vê mijarê tezekê jî binivîse.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE