29 augusti 2020

Îro min ji mal fîrar kir

Ji destpêka meha adarê da ye ez neçûbûm bajêr û li otoboz û trênê siwar nehatibûm. 

Min îro dîwarê tirsê hedimand, qeyd û merbendên xwe şikandin, guh neda îtîrazên xanimê û ez ji mal derketim û min berê xwe da herêm û sentrûmeke gelkî dûr, herêmeke heta nuha min nedîbû.


Ji min ra hin kinc minc lazim bûn, min berê xwe da Sentrûma Sîcklayê.


Wek min got, ev şeş meh in ez li otoboz û trênê siwar nebûme. Gava daketim metroyê û li trênê siwar bûm, fena ez ji girtîgehê xelas bibim. 


Lê ji tirsa ewê korona di min bigere ez li kêleka kesî rûneniştim. Çimkî ev, temiya xanimê bû jî, dema ez ji mal bi rêketim, derî vekir, av li dû min nerijand, lê bi dengekî bilind got, ”tu li kêleka kesî rûnenî ha…!”


Di trênê da min çavê xwe gerand heta ciyekî vala dît û li wir rûniştim. 


Lê dihatinê da danê esir bû, qelebalix pirtir bû, lema cîyê vala tunebû, ez jî ji pê mam, li kêlek kesî rûneniştim.


Sentrûma ez çûmê gelekî kêfa min jê ra hat, ciyê meriv nedîye, gava cara pêşî dibîne bi meriv xweş xuya dike. Min bala xwe dida dikanan yek bi yek…


Ez ji bo tiştekî çûbûm, lê min çend tiştên di hesêb da tunebûn jî kirî. Li ser min gelkî buha mal bû, lê bazara min bi dilê min e. Xanim û Rojen bazara min pir buha dibînin. Ji bo ku zêde nekin pitepit, min buhayê hin tiştan rast negot, ezê sibe bibêjim, dibê hinekî sakîn bibin.


Ev zêdeyî mehekê ye ez û xanim, em wer di hinge dinga tahmîratê da ne, me pişta xwe rast nekiriye, her roj em kêmasiyekê dibînin û çê dikin. Do jî me çatuyek ji dara xwe ya tirî ra çê kir. Ev karê me yê dawî bû.


Erê em gelkî westiyan, lê netîce bi dilê me ye, nuha em ji hewşa xwe gelkî memnûn in. 


Min got piştî hewqas kar, mehek tahb, dibê ez xwe xelat bikim, gardiroba xwe hinekî nuh bikim. Lê ew jî ne belaş e, li ser min hinekî buha rûnişt.


Koronaya zalim em kal û pîr kirine wek zarokên nuh bi ser niga kevin, xanim şîreta li min dike, zarok şîreta li min dikin, giş umrê min bi bîra min dixin, dibêjin neçe nava milet, tu kanî me jî nexweş bixî…


Koronayê tahm û lezeta dinyayê nehîşt, lê herî pirtir jî jiyan li me kal û pîran kiriye jahr û zelinfar…

 

 

 

2 kommentarer:

  1. Ezbenî hay ji xwe hebî,

    Maskeya xwe jî bi xwe ra bibe hema...

    Cilên ten yên nû ser xêrê bin, bi xêr û xweşî li xwe kî!

    SvaraRadera

PARVE BIKE