30 augusti 2020

Tirk pir aşûnî bûne, gerek werin terbiyekirin

Tirkan Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kirin Yekîtiya Ewrûpayê dengê xwe nekir, ji dagirkeriya tirkan ra çavê xwe girt.
Lema jî tirk tahmijîn, nuha jî ji Yûnanîstanê çend giravan dixwazin. Ji beyanên Bahçelî, Erdogan û berpirsiyarên Tirkiyê wer xuya dike Tirkiyê li hemberî Yûnanîstanê herbeke fiîlî îlan kiriye. Ewrûpayê jî ev resta tirkan qebûl kir. Nuha her tişt kane bibe. 

Tirk ji bo ku Yekîtiya Ewrûpayê bitirsîne pir fortan didin xwe, ji yûnanan ra dibêjin emê careke din we birjînin bahrê.

 

Lê bi qasî xuya dike, Yekîtiya Ewrûpayê guh nade van gefên tirkan, dibêje hûn bêminet in.

Erdogan li kesî guhdarî nake, çimkî wek gurê devê wî bi xwînê bibe, ew jî tahmijîye zorê û dagirkirinê. Loma nasekine.


Tirk wer bawer dikin Yûnanîstan jî ewê wek kurdan loqekî rehet be, ewê kanibin çend giravên Yûnanîstanê jî dagir bikin. 
Lê Yûnanîstan loqekî pir mezin e, ewê devê Erdogan biçirîne. 

Heta nuha Merkelê zîqzaq dikir, lê îro wê jî resta tirkan xwend û got em li pişt Yûnanîstanê ne.

Yekîtiya Ewrûpayê gotina dawî ji tirkan ra gotiye, heta 23ê îlonê wext da tirkan. 


Heger tirk heta wê demê bi gotina Yekîtiya Ewrûpayê û Yûnanîstanê nekin, vê zirzopiya xwe bidomînin,  keştiyên xwe bi paş da venekşînin, ewê Tirkiyê ceza bikin, ewê banderên Ewrûpayê li keştiyên Tirkiyê qedexe bikin. Ewê ambargoyê têxin praktîkê.


Yanî ewê dest têxin gewriya tirkan.


Yekîtiya Ewrûpayê bi tedbîrên bigre ewê wan bifetisîne, ewê deriyê Ewrûpayê li wan bigre. 


Bêyî şandina koçberan tu tiştekî tirk li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê bikin tuneye, ew jî ewê pere neke, ewê taliya Reîs zû bûne.

Heger sibe di nabêna Tirkiyê û Yûnanîstanê da li Bahra Sipî şer derkeve ne tiştekî xerîb e. Rewş hatiye wê nuxtê.

Lê blofên Erdogan, dek û dolabên wî, fêlbaziyên wî pir in, kane çerx jî bike û paşda jî vekişe.

Axir tirk gurrî bûne, xwe di dîwarê Yûnanîstanê û Yekîtiya Ewrûpayê didin.

Devlet Bahçeliyê faşîst gelê yûnan bi qetlîamê tehdît kiriye, gotiye, ”Wer xuya dike Yûnanî dixwazin çareke din em wan birjînin bahrê, daxwaz û îştaha wan a rijzandina bahrê bilind bûye.”

Dibê hinek van faşîstên har bûne, agir kirine dawa xwe bixesînin.

Tirk hetanî sîleyek bi tîn nexwin, hetanî wek Seddam neyên teslîmgirtin bela xwe ji kurdan, ji yûnanan û ji Yekîtiya Ewrûpayê venakin.

Not: Aşûnî, aşûnîbûyin, yanî rûdayî, bi swêdî bortskämd, bi îngilîzî spoiled, bi tirkî şımarık.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE