25 augusti 2020

Tirk hetanî sîleyeke bi tîn nexwun rehet nasekinin

 Li Derya Sipî û li Derya Egeyê tansiyon bilind bûye, hêzên tirk û yûnan hatine hemberî hev. Tirkan naxirek keştiyên herbê şandine herêmê. Bi vî hawî dixwazin çavê Yûnanîstanê bitirsînin. 

Hewcedariya Erdogan bi zorbatiyên wiha heye, dibê ji gel eferimekê bigre, çendakî din pê milet aş bike.

Tirk dixwazin bi zorbatiyê hin deran dagir bikin û lê li petrol û gazê bigerin. Lê li gorî qanûn û peymanên navnetewî li wan deran mafê tirkan tuneye lêgerînin sîsmîkî bikin.

Erdogan bi ruh û can li dû şerekî ye, li gorî baweriya wî şerekî bi Yûnanîstanê ra ewê umrê îktîdara wî dirêj bike.

Lê ez dibêjim ev hesabê wî şaş e, ji dêlî heyfa bavê, ewê dê jî bide ser, aqûbeta wî ewê bibe ya Seddam.

Yûnanîstan wek berê ne pariyekî biçûk e ku tirk kannibin daqultînin. Yûnaîstan êdî hestiyekî mezin e, ewê di gewriya tirkan da bimîne.

Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka, NATO li pişt Yûnanîstanê ne û li Tikriyê jî yekî wek Hîtler li ser hukim e, Tirkiye bûye hêlîna îslamîstan. Dinya viya dibîne. Hêvî dikim şaşiya Seddam kir, Erdogan jî bike û êrîşî Yûnanîstanê bikin.
Erdogan li bela xwe digere, zû dereng ewê bela xwe bibîne...

 XXX

-Kîjan hîn talûketir e: fanatîzim ya jî ataîzim?

Fanatîzim miheqeq çend hezara carî talûketir e. Ataîzim tu carî bengîniyeke(mibtelatiyeke)xwînî nade însên, lê belê fanatîzim dide. Ataîzim li hemberî sûc e, fanatîzim însanan teşwîqî sûc dike.

///Voltaîre

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE