24 augusti 2020

Ji bo Hindik-Rindik daxwazeke biçûk

Di Facebookê da 4903, di twîtterê da jî 8723 hevalên min, kesên min taqîb dikin hene. 

Di nava van 13626 kesan miheqeq gelek resam û karîkaturîst hene. 

Ji bo bloga xwe Hindik-Rindik, ji dêlî fotoyê xwe, ez dixwazim ya rismekî ya jî karîkaturekî bi kar bînim.

Ev 13 sal in min tim fotograf bi kar aniye, ez dixwazim guherînekê bikim. Berê jî carê min teşebusek kir, ez bi ser neketim, kesî ji min ra tiştek neşand.


Gelo kesê ji bo bloga min rismekî min ya jî karîkaturekî min çê bike heye?
Yê bixwaze kane diyarî min bike, yê bixwaze ezê heqê wî/wê jî bidim.

XXX
Hin kesên li welêt in gava qedehek şerab di destê kurdekî li Ewrûpayê da dibênin, gava rismekî kurdên li Ewrûpa yê di şahiyekê da, yê li mala hevalekî, yê li piknîkekê dibînin hêrs dibin, carnan jî peyvên gelkî ne xweş li ser dibêjin.

Ev tiştekî ne xweş e, dibê meriv wer neke. Kurdên li Ewrûpayê ne nikanin tim şînî bin û îllegal bijîn.

Kurdên li welêt , siyasrmedar û welatparêzên li welêt jî giş ne şînî û heznî ne, her kes xwe miûz nahêle, her kes ne absolutîst e.

Bi xemgîniyê, bi heznîtiyê rewşa gelê me baş nabe, jiyan wiha ye, şîn û şahî bi hev ra hene.

Kurdên li Ewrûpa dimînin li gorî îmkan û taqetên xwe ji gelê xwe ra dixebitin. Hin kesên bêxîret hebin jî, piranî ne wisa ye, li Ewrûpa gurûba herî aktîf, herî polîtîze kurd in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE