23 augusti 2020

Heger em bixwazin em kanin kurdî fêrî gelek kesan bikin

Tirkan bi xebata salan bi milyonan kurd ji ser rê da xistin, tirkî fêrî wan kirin, zimanê wan bi wan dan jibîrkirin. Tirkî nuha bûye zimanê bi milyonan kurdî.

Tirk xwedî dewlet in, îmkanên me bi qasî yên tirkan tunene, ev rast e. Lê dîsa em jî bi xebatê kanin gelek kesan ji torra asîmîlasyonê xelas bikin. 

Em kanin kurdî, xwendin û nivîsandina kurdî fêrî gelek kesan bikin. Înternet, medyaya sosyal ji bo me îmkaneke mezin e.
 
Berî her tiştî dibê em xwendin û nivîsandina kurdî fêrî însanan bikin. Gelek kes ditirsin bi kurdî binivîsin, ji ber ku nizanin şerm dikin, dibê em cesaret bidin însanan

Tiştê lazim e israra di kurdî da ye û îstîkrar e. Dibê em di her warê jiyanê da kurdî bi kar bînin û di vî warî da îstqrarê nîşan bidin.

XXX

Bala min lê ye di twîtterê da keçên me maşala roj bi roj zêde dibin. Bi vê zêdebûna wan ra ez gelkî dilşa dibim.

Gava pîrek li kurdî xwedî derkevin, ji kurdî hez bikin pêşketine pir muhîm e, îhtîmal heye bi zarokên xwe ra jî bi kurdî bipeyivin.

Kurdîya wan jî tekûz û xweş e.

Di facebookê da hindik in, diyar e ji facebookê hez nakin.

 XXX

-Uzra piştî dilê te ji xwe hîşt were, wek xuya piştî tu têr bibî were ser sifrê. Hewcedarî pê namîne.
Pablo Nerûda


-Heger hûn ji jiyanê hez dikin wexta xwe vala derbas nekin, çimkî wext jiyan bi xwe ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE