23 augusti 2020

Derwêş û çûk

 

Rojekê çûkeka birîndar, baskşikestî  bi lez derket huzûra Hz. Silêman, bi kelogirî got: 

-Sultanê min, derwêşekî baskê min şikand.


Hez. Silêman tavilê xeber şand pê derwêş. Derwêş derxistin huzûra Hz. Silêman. Hz. Silêman ji derwêş pirsî:


-Ev çûka hanê ji te bi gilî ye, dibêje te baskê wê şikandiye. Te çima baskê wê şikand?


Derwêş bi husuxwarî xwe parast, got:


-Sultanê min, ez derketibûm nêçîrê, min xwest vê çûkê nêçîr bikim. Berê nefiriya, ez çûm ba wê, dîsa nefiriya. Min jî got qey dixwaze xwe teslîmî min bike, ji bo ku wê bigrim, min xwe avêt ji ser da. Tam min dikira bigirta, xwest bifire, di wê nabênê da bêhemdî baskê wê şikiya. Ne sûcê min e.


Hz.Silêman vegeriya ser çûkê, jê ra got:


-Deng hat te, ev mêrik jî bi heq e. Gava xwest te bigre çima nefiriya? Wa ye bi dizî nehatiye te. Gava berbî te hat, te kanîbû xwe biparasta, tu bifiriya. Te xwe neparast, tu nefiriya. Nuha jî tu hatiye lê gilî dikî, dibêjî baskê min şikandiye.


Çûkê got:

-Sultanê min, ji bo ku kincê derwêşan li wî bû, min baweriya xwe pê anî, Min got derwêş e, ewê min nekuje. Heger nêçîrvan bûya minê xwe biparasta, ezê tavilê bifiriyama. Min got ji derwêşekî zirar nagihîje min, xofa Xwedê di dilê derwêşan da heye. Ji bo wê jî min baweriya xwe pê anî, ez nefiriyam. Ez bi kincên wî xapiyam.


Hz. Silêman heq da çûkê, gotinên wê rast û di cî da dît û xwest qanûna qesas were bicîanîn, got:

-Çûk bi heq e, tavilê milê derwêş bişkînin.

Çûkê îtîraz kir, got:

-Sultanê min, eman eman, nebe hûn tiştekî wiha bidin kirin.

Hz. Silêman bi meraqdarî got:

-Çima?

Çûkê got:

-Sultanê min, heger hûn milê derwêş bişkînin, piştî milê wî rehet bibe ewê dîsa eynî tiştî bike. Ya çêtir, hûn eba derwêşiyê jê bikin. Ebê jê bikin ji bo ku ji nuha û pê da çûkên wek min bi kurkê wî nexapin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE