Bi xêra înternetê û medyaya sosyal meriv kane gelek bûyeran, nivîs û parvekirinên gelek kesan taqîb bike û fikrê xwe li ser bibêje.
Carnan hin tişt, hin nivîs, hin fikir nakevin serê meriv, meriv şaş dibîne.
Lê her tiştê meriv şaş bibîne ne şert e meriv miheqeq fikrê xwe li ser bibêje,
rexne bike ya jî biecibîne, halan tê hilde.
Neyarek jî, xayinek jî, dagirkerek jî, hevkarekî dagirkeran jî carnan kane
gotineke rast û xweş bibêje.
Dînek jî kane peyveke di cî da bike.
Saeta sekinî jî rojê du caran rastiyê nîşan dide.
Ne şert e her tiştê ket serê meriv, her tiştê bi meriv rast hat meriv biecibîne,
bipesinîne û parve bike.
Carnan hevalekî meriv jî kane tiştekî çewt, gotineke ne li rê bibêje.
Ne rast e meriv di cî da fikrê xwe li ser bibêje û rexne bike.
Bi kurtî meriv ne mecbûr e li ser her tiştê meriv rast dibîne ya jî şaş dibîne
raya xwe bibêje ya jî rexne bike.
Dibê meriv kanibe bi zimanê xwe, rişma zimanê xwe ji dest xwe bernede.
Zimano leqleq, seriyo teqreq. Bi zimanê xwe kanibe, bi ciyê xa zanibe.
XXX
Ji bo jihevgerandina rastiyê û şaşiyê, ji bo ku başî zora şaşiyê,
xerabiyê bibe û însan nedin ser riyên şaş û xerab, kirîtîk (rexne) şert e,
tesîreke baş li însanan dike. Ev qaîdeyeke gelemperî ye.
Lê gava kes guh nede kirîtîkê, pê biqeherin, ji ber ku te
kirîtîk kiriye ji te bixeyidin, wê demê kirîtîk bêmane dibe.
Ev 40 sal e di mesela tirkî da ez kurdan rexne dikim, ez
dibêjim bi kurdî bipeyivin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, bi kurdî
binivîsin.
Vê rexneya min tesîreke mezin li însanan nekiriye, di ser da
ji dostan bêtir dijmin ji min ra çêkirine.
Hilbijartina tirkî bûye wek dînekî, wek îdeolojiyekê, wek
baweriyekê, bi gotinê, bi pitepitê însan dev ji tirkî bernadin, yên berdidin ji
deve ne guh e jî.
Bi rexnekirinê, bi şîretan meriv ne dibe dîndar û ne jî ataîst.
Ez viya zanim lê dîsa jî nikanim bi xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar