20 augusti 2020

Çi lê tê!

Mele li mizgeftê weiz dida. Ji cimatê ra digot:

-Nebî nebî, keç û jinên we xwe kesk û sor bikin û herin xwe li kuçe û kolanan li ba kin. Ne xweş e, şerm e.

Ji cimatê yekî got:

-Mele, tiştê ez zanim keça te wan tiştên tu dibêjî gişan jî dike.

Mele got:

-Lê te dît çi li zalimê tê, ne wisa !

 

Karê mezin

Lezgîn dikira dest bi ticaretê bikira lê rebeno perê wî tunebû, bi kêmanî dibê deh milyarên wî hebûya. Ji bo ku deh milyarî peyda bike lêxist çû mizgeftê û dest bi duan kir:

-Ya Rebî bide xatirê zarokên min, deh milyarî bide min, ezê dest bi ticaretê bikim…Ya Rebî deh milyarî bide min…

Parsekekî li kêleka wî nimêj dikir, wî jî dest bi dukirinê kir:

-Ya Rebî milyonekî bide min ez ji xwe ra pê nanekî bikirim û zikê xwe pê têr fbikim.

Dema yê Bektaşî ev dua parsek bihîst, milyonek ji bêrîka xwe derxist dayê parsek û jê ra got:

-De nuha zû ji vir biterqize ! Hinekî biaqil be û bi van tişt, miştên biçûk Xwedê meşxûl neke. Ma tu nabînî li vir em tiştên mezin jê dixwazin...

 

Ders

Yek biribûn ber darê sêpiyê, dikira bidardekirana. Jê pirsên, gotin:

-Gotina xwe ya dawî bibêje.

Mahkûm got:

-Ma ezê çi bibêjim, hema bira ev ji min ra bibe ders.

 

Tedbîr

Sofî ji mizgeftê derdiket. Serxweşekî bênemaz riya wî birrî, jê ra got:

-Sofî, tu belaseb her roj pênc wext nimêjê dikî, metirse , bihuşt û cahnime derew e.

Sofî keniya, got:

-Heyran, derew e ne derew e bi Xwedê ez jî baş nizanim. Lê dîsa jî emê nimêja xwe bikin û tedbîra xwe bigrin. Dema derew derket jî tu zirara me tê tunye, pir pir ewê ta’ba min ji kîsê min here.


Deyn

Hakim ji yê deyndar pirsî, got:

-Kuro ev camêr dibêje deynê vî li te ye, tu ji bo çi deynê wî nadê?

Yê deyndar hustuyê xwe xwar kir, got:

-Hakim beg, herçî dayin e ezê bidimê û ji xwe tu carî jî min deynê xwe înkar nekiriye. Lê ev sê sal in ez dibêjim kuro du mehan mohletê bide min, serî li min digerîne, tim dibêje na. Ku mohlet daba min nuha min ji zûda dabayê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE