20 augusti 2020

Civat roj bi roj dejenere dibe

Merivên rûşuştî, bêar, bêxîret, şelaf û rohkole; merivên ji bindestiyê nerehet nabin, merivên dagirkeran, neyarên kurdan wek birayên xwe, wek dostên xwe dibînin, bi serbilindî dibin dost û hevalên wan di nava me da roj bi roj pir dibin.

Civata me roj bi roj dejenere dibe.
Kesên dejenere nebûne, saxlem mane dibê qedrê hev bizanibin.
Kurd bûne mahkûmên ji celadê xwe hez dikin, piranî êdî bi çavê neyar li neyarên xwe nanêrin.


 XXX

”Romaneke baş ji me ra rastiyên qehremanê wê, romaneke xerab jî heqîqetên di heqê nivîskar da îzah dike.”

Gilbert K. Chesterton

Di nav me da hîn minaqaşeyeke di vê mistewayê da tuneye, em hîn îmlayê, sentaksê û şaşiyên zimanê nivîskar minaqaşe dikin.

XXX

Yekî li ser însanan peyveke pir xweş kiriye,  gotiye, ” Xwedê ji çûkan hez kir, dar xuliqandin. Însanan ji çûkan hez kirin, qefes xuliqandin.”
 

Xwedê ji dinya me ya dixwaze xerabiyan bavêje lê nikane, ya jî kane bavêje lê navêje, ya jî ne kane bavêje û ne jî dixwaze bavêje..

Papaz Lactantius

 XXX

Erdogan ji tirkên totikvala ra gotiye ”roja îniyê ezê mizgîneke nuh bidim we.”

Yekî nizanibe ewê bibêje belkî Xezîne Qarûn dîtine.

Mêrik mîtomanekî profs e, milet di meraqê da dihêle. Derewa xwe jî erzan nafroşe. Dixwaze bi hin derewan milet aş bike. Lé dawiya derewan hatiye.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE