21 augusti 2020

Îro kitêba Qedrî Can dixwînim

 

Li hewşê di bin konê me yê modern da rûniştime, dinya honik e, sî xweş e, hûrik û hûrik kitêba Qedrî Canê gorbihuşt dixwînim. 


Xanim nahêle karekî din bikim, dibêje rojekê westa xwe bigre, bîna xwe veke. Ew dîsa bi paqijiyê da ketiye, tiştekî paqij bike nema, îcar jî xaliyê paqij dike.


Min bi tirmixê vêsê hewş hinekî xeritand, ezê bizrê gîhê pê bireşînim, gelek der sîqal bûne, ax derketiye. 


Lê min di xwe ra nedît temam bikim, bi xwedê her dera min diêşe. Îqaza animê ji min ra bû qulpeke xweş. Min karê xwe betal kir û rahîşt kitêba Qedrî Can.


Mûrî/gêre ne bes bûn, nuha jî mozan bela xwe di me dane, tên dikevin bin asraxên xênî. Pêr me paçek kir qulika wan ji me dûr ketin, lê îro wa ye dîsa paş da hatine, xwe di bin û ser pêç ra dikin. Em nikanin nêz bibin, ev jî belayeke din e. Min xwe ji wan dûr xist û dest bi xwendina xw ekir.


Weşanxaneya Belkîyê çîrok û şiîrên Qedrî Can giş di vê kitêbê da top kirine.

Qedrî Can, bêyî ku şairekî mezin e, pêşengê şiîra serbest a kurmancî ye. Çi heyf şiîr û çîrokên wî hindik in, rahmetî zêde nenivîsîye. Lê tiştên nivîsîne jî pir hêja ne, nemir in.


Belkîyê tiştekî baş kiriye, meriv kane şiîr û çîrokên wî gişan li ser hev bixwîne.


Rênas Jiyan, li ser şiîr û çîrokên Qedrî Can ji kitêbê ra pêşgotineke dirêj nivîsîye, dubare pir in, lê pêşgotineke gelkî xweş e û bi mistewa ye. Bi taybetî beşê li ser kûçikan û kûçiktiyê analîzeke xweş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE