21 augusti 2020

Guh nedin fêsadan

Rû nedin fêsadan.
Guh nedin nerindan.
Gelacan, nerindan ji ba xwe, ji ber deriyên xwe, ji malên xwe, ji malperên we biqewitînin; li fêsadiyên fêsadan guhdarî mekin û bi nerindiyên fêsadan nexapin.
Fêsad durû ne, ned ost û dilxwazên me ne, bi fêsadiyên xwe nabêna kurdan xera dikin, karê dijminên me rehet dikin.

Fikrê kê, baweriya kê, îdeolojiya kê, navê partiya kê çi dibe bira bibe, kurdê/kurda li dijî dagirkeriyê be, kurdê dijminê dijminê me be, dostê me ye, dibê meriv bi çavê dostaniyê lê binêre.

Ev nayê maneya meriv qet kêmasî û şaşiyên dostê xwe rexne nake, fikrê xwe nabêje.

 XXX

 Serokê tirkan, Recep Tayyip Erdoganê li dinyayê pir bi nav û deng, wek soz dabû bi rastî jî soza xwe anî cî û bombeya xwe ya mizgîniyê îro teqand, got me li Derya Reş 320 milyar kup xaz dîtiye.

Hewcedariya tirkan bi xazê heye, dibê mêrik hinek xazê bide miletê xwe. Reîs erbabê vî karî ye, ew zane ewê xazê bide ku derê.

Ez ditirsiyam, min digot belkî efendî bibêje me kulxana Radîumê ya jî ya Plutoînîumê dîtiye. Ya jî me çiyayekî zêr dîtiye.

Camêr berdaye lê ne zêde, tenê piçek xaz daye tirkên mêmarîfet, kêfa wan ji xazê rat ê.

 XXX

Her kurdê serê xwe bi tifaqa bi tirkan ra biêşîne, tifaqa bi tirkan ra pêşniyarî kurdan bike ew ne siyasetmedarekî kurd û Kurdistanî ye, ew siyasetmedarekî tirk e, navê wî/wê ji deftera xwe bavêjin.

Tiştê em ji tirkan bixwazin mafê me ye, ne boçiktî, zilamtî û xulamtîya wan e.

 

Xelil : Şirîkên herî mezin ên tirkan li başûr in, em çawa navên Barzanîyan ji deftera xwe bavêjin?

 

Zinarê Xamo: Bi êrîşa ser Barzaniyan hevkarî û zilamtîya tirkan neparêze. Ez qala kurdên bakur dikim. Tu mijarê şêlû dikî. Têkiliyên kurdên welatekî din bi tirkan ra me nake hevkar û zilamê tirkan. Hin têkiliyên Barzaniyan bi tirkan ra min tim rexne kiriye, ev mijareke din e.

 

Xelîl:  Ku Barzanî bin tu rexne dikî ku bakurî bin em ji defterê diavêjin, edaleta te xweş dilîze xalê min. Ên li bakur in dizanin kî "zilamtîya tirkan" diparêze kî naparêze, mereq neke xalê min.

Zinarê Xamo: Meriv hevkar û zilamên dijminê xwe nas bike baş e, şert e. Destpêka serketinê bi jihevgerandina dost û dijminan, welatparêz û pîsan û xayinan dest pê dike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE