22 augusti 2020

Yekîtiya Ewrûpayê nikane bi kerê êrîşî dahşikê dike

 Yekîtiya Ewrûpayê êrîşkariya Lukashenko protesto kir û piştgirî da gelê Belarûsê û mixalefeta Lukashenko. Baş e, rind e, bira Lukashenko protesto bikin, bira piştgiriya gelê Belarûsê bikin. 

Lê Yekîtiya Ewrûpayê çima eynî tiştî ji bo Tirkiyê û Erdogan nabêje?

Yekîtiya Ewrûpayê nikane bi kerê êrîşî dahşikê dike, hûn pir mêr in tiştekî ji Erdogan ra bibêjin.


Erdogan yekî ji Lukashenko ne kêmtir e, Erdogan jî bi qasî Lukashenko zalim û dîktator e, li Tirkiyê her tişt girtiye destê xwe, ji tirsa wî kes newêre devê xwe veke. 

Li Kurdistanê ferman rakiriye, bi dehhezaran kurd êsîr girtine. 

Sê perçên Kurdistanê li kurdan kirine cahnime. Dibê Yekîtiya Ewrûpayî vî dîktatorê tirk jî wek Lukashenko rexne bike û ambargoyê deyne ser Tirkiyê. Lê nake. 


Tiştê Yekîtiya Ewrûpayê ji Lukashenko ra dibêje, newêre ji sedî yekê wê ji Erdogan ra bibêje. Ji ber ku Yekîtiya Ewrûpayê ji Erdogan ditirse, zane Erdogan kane zirarê bide wan. 

Ji dêlî ku ambargoyê deynin ser Tirkiyê û Erdogan rexne bikin, wî bertîl dikin, xûgiyê didin Erdogan, dixwazin bi bertîl û xûgdayinê Erdogan sakîn bin. 


Li Ewrûpa û li Tirkkyê di bin destê Erdogan da bi dehhezaran çeteyên îslamî hene, kînga bixwaze kane van çeteyên xwe yên îslamî bera bedena Ewrûpayê bide. 


Erdogan li Tirkiyê bi milyonan koçber ji Pakîstanê, Afganîstanê, ji Begalê, ji Afrîkayê, ji Kafkasan top kirine û qefle bi qefle dişîne ser Ewrûpayê. 

Ewrûpa dixwaze bi bertîkirina Erdogan rê li ber dagirkirina Ewrûpayê bigre. 

Lê ev ne mimkûn e, bi rişwet û bertîlê Erdogan rehet nasekine û Ewrûpayê jî tu carî rehet nahêle.


Bi siyaseta newêrek ewrûpî malik li xwe şewitandine, Ewrûpa hêdî hêdî ji dest dihere, bajar bi bajar dibe getoyên misilman û feqîran.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE