22 augusti 2020

Mirinê em ji pertav da xistin

 Her kes zane mirine heye û emê gişên rojekê bimrin. Lê dîsa jî her mirin, ilim jî mirina di umrekî zû da zor e, meriv pir xemgîn û hêrs dike.

Di van mehên dawî da em li pey hev xeberên mirina nas û dostan û hevalan dibihîzin.

Wek berê kes nikane şîna miriyê xwe jî çêke, ji tirsa belavbûna koronayê milet li hev kom nabe, çend kes dibin mirî defin dikin û dû ra wek tiştek nebûbe her kes dihere mala xwe. 

Ev yek jî bi qasî mirinê zor e, ne xweş e, dilê meriv digvêşe.

Mirina hin kesan meriv naxwaze bawer bike, çimkî pir zû ye, hîn di bihar û havîna jiyanê da ne û ji nişka ve tune dibin, fena ku jiyana wan a heta nuha xewneke be.

Koronayê em perîşan kirin, li hemberî vê qotikê halîhazir em pir bêçare xuya dikin.

Lê emê zora wê bibin, feqet heta dermanê wê were dîtin, wele ewê însanan kel û kût û perîşan bike.

Mirinê em ji pertav da xistin, em ji hev bala kirin, him ruhê însanan digre û him jî nahêle însan bi hev ra şîna xwe bikin, dilê hev aş bikin, bi çûn û hatinê bîna hev fire bikin.

 XXX

Yekî navê xwe yê twîtterê kiriye "Celadet Alî Bedirxan."

Qey xwestiye bi vî hawî hezkirina xwe ya ji Celadet Bedirxan ra nîşan bide.

Lê bi baweriya min ne rast e, şaş e meriv navê serok û mezinan li xwe ke. Dibê meriv bi navê xwe ya rastîn fikrê xwe bibêje, ne bi navê yekî din.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE