18 augusti 2020

Kî dixwaze dilê xwe bi kurdî rehet bike bira here Farqînê

 

Mem Ararat di twîtteke xwe da gotiye, ”Kengî bêhna we teng bû herin Farqînê, li qahwexaneyekê rûnin, ji xwe re çayekê bixwazin û guh bidin derdora xwe. Herkes bi kurdiya kurmancî diaxive.Wê demê tu dizanî êdî tu li mala xwe yî. Di dil de bû hesret li kuçeyên Amedê çend gotinên bi kurmancî an jî zazakî.”

Xeber xweş xeber e, lema jî naxwazim bibêjim min jê ne bawer e.


Li ser asîmîlasyona kurdan bi bihîstina xeberên xerab ez kezebreşî bûme. Hêvî dikim ev xebera Mem Ararat rast e. 


Lê heger ne rast be jî kêfa min anî, lema jî min xwest çend gotinan li ser vê xeberê û li ser Farqîna bajarê kurdayetiyê û kurdperweran bibêjim.


Meya Farqîn, bi navê xwe yê din Silîva, ne bajarekî hindik e, ji berê û ber da bajarekî kela kurdayetiyê ye, 110 salan paytaxta Merwaniyan bû, kela kurdan bû. 


Farqîn, bajarekî xwedî medrese, kultur û seqafet e, xwedî tarîxeke bi nav û deng e.


Farqîn, bajarê Siyamedê Silîvî ye, bajarê destanan û egîdên dîrokî ye, ji Silîva gelek egîd û kurdperwerên bi nav û deng derketine. 


Lema jî farqînî tim li zimanê xwe xwedî derketine, wek hin bajarên din tu carî asîmîle nebûne. Reh û rîşên kurdayetiyê û kultura kurdî li Farqînê û di nava faqîniyan da pir kûr e. Urf û adetên kurdî, 

zargotina kurdî, folklora kurdî di nava farqîniyan da pir xurt e û gelkî jî dewlemend e, asîmîlasyon zû bi zû nikane zora farqîniyan bibe û wek diyarbekriyan wan jî asîmîle bike. 


Farqîn ne Diyarbekir e wer zû teslîmî asîmîlasyonê bibe û bişibe bajarekî tirkan. 


Farqînî wek diyarbekriyan ne kertal in, bi ber bayê asîmîlasyonê kevin, farqînî lat in, hîmên giran in, xwedî kultureke qedîm in.


Ji ber van sedeman ez dibêjim tiştê Mem Ararat gotiye rast e, bi xêr dema ez çûm welêt, miheqeq ezê herim Farqînê û têra dilê xwe li kurdî guhdarî bikim.


Diyarbekrê, xeberên li ser Diyarbekrê ez qudûmşikestî kirime, ji ber ku min hewqas tiştên negatîf li ser Diyarbekrê bihîstiye, Diyarbekir li ber çavê min reş bûye, naxxwazim herim wir û hin kul ûderdên li yên xwe zêde bikim.


Berê jî min ji farqîniyan hez dikir, bi bihîstina vê xeberê hezkirina min deh qatî zêde bû.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE