13 augusti 2020

Koronayê por jî bi min da dirêjkirin



Ji destpêka adarê da ye, cergî nebixêra epîdemiya koronayê derketiye ez neçûme ser berber û min porê xwe kur nekiriye. 

Min îro ev rismê xwe girt. Min xweşik negirtiye, lê dîsa îdare ye, orjînal helbet gelkî çelengtir e.

Kêfa xanimê ji vî porê minê dirêj ra nayê, tim dibêje here ser berber. 


Ez rojan bi rojan didim, ji bo neçûnê her carê sebebekî nîşan didim. 


Çimkî ez ji vî porê xwe yê dirêj hez dikim, bi bawriya min ji porê kin bêtir bi min dikeve. 


Belkî ez wek pêşiyên me gulî jî berdim. 


Her cara ez dibêjim ezê porê xwe dirêj bikim, bikim gulî, xanim bi min dikene, dibêje ne xweş e, li te nayê, dikve nav çavê te. Ez dibêjim temeriya dirêj, xwe bera ser çavan dide xweş e. 

 

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE