14 augusti 2020

Heger hûn dixwazin hinekî rehet bikin medyaya tirk taqîb mekin

Rez berê ne tu rez bû, terezê lê xist ji bin da wêran bû. Tirkiye ji berê û ber da ne tu welat bû. 

Lê bi îkîdara îslamîst û faşîstan bûye cehnimeyeke rastîn, welatekî trajî-komîk.


Tirk ne miletekî ku meriv di nava wan da bimîne, bi wan ra bijî. Wek kurd meriv bi hovên serê çiyan ra bijî ji jiyana bi tirkan ra sed qatî rehettir e.


Temiya min li we, heta ji we tê medyaya tirk taqîb nekin. Kurdê medyaya tirk taqîb bike siheta wî/wê çiqasî li cî be jî, piştî hefteyekê, deh rojan ya ewê kezebreşî bibe, ya jî mejiyê xwe biçelqîne. Bi kêmanî ewê nexweşiyek lê peyda bibe.


Tirkiye û civata tirk tam bûye civateke qeşmeran û dînan. Gava sernivîsên medyaya tirk bi ber çavên min dikeve madê min li hev dikeve, dilê min dixerbile. Civatek çawa kane hewqasî hiş berde, bide dû mîtomanekî rentele.


Ez medyaya tirk taqîb nakim, li telewîzyonên wan qet temaşe nakim, carnan li sernivîsên malpera CNN Turkê dinêrim. Lema jî siheta min li cî ye…

Lê helbet ev yek ne rehet e, heta ji bo hin kesan ne mimkûn e jî. Ji ber ku em û welatê me di bindestê van hovan da ne. Lema jî bixwazî, nexwazî însan ji mecbûrî medyaya tirk taqîb dikin, gotin û beyayên siyasetmedar û serokê wan ê sextekar û virek dixwînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE