Rojekê ji Xoce Nesredîn umrê wî pirsîn, gotin:
-Xoce ma tu çend salî ye?
Xoce got:
-Ez 50 salî me.
Deh sal di ser ra derbas bû, rojekê dîsa eynî pirs ji Xoce
kirin.
Xoce dîsa got ”ez pêncî salî me”. Yên pirsîn matmayî man, gotin:
-Xoce deh sal berê me ji te pirs kir, te got ”ez pêncî salî
me”, nuha em ji te dipirsin, tu dîsa dibêjî “ez pêncî salî me”; me ev çawa
dibe?
Xoce qet îstifa xwe xera nekir, got:
-Xwedê ji we razî, ma deh sal berê min çi gotiye tê bîra
min!
Destê mele
Mele ketibû çem û bi ajnê bi baş nizanîbû. Di bin avê ve dibû
û bi ser avê diket. Tu nemabû ku bifetise. Yekî li kêleka çem dibîne ku mele li
ber fetisandinêye, baz dide, destê xwe dirêjî mele dike û jê ra dibêje:
-Mele destê xwe bide min!
Lê mele destê xwe nade mêrik û tim di bin avê ve dibe û bi
ser dikeve.
Yekî din vê rewşê dibîne. Ji mêrik ra dibêje:
-Law mele fêrî dayinê nebûne, wan tim girtiye. Jê ra bibêje
”bi destê min bigre!”
Şikir
Çend gundî bi Xoce Nesredîn ra li kerê wî digeriyan. Piştî
ku hinekî lê geriyan û ker nedîtin, Xoce her du destên xwe ber bî hewa ve vekir
û got:
-Şikir ji te ra ya Rebî!
Gundî mat man, gotin:
-Xoce, ker bû wa ye ew jî wenda bû, îcar şikirkirina te ji
bo çi ye?
Xoce got:
-Çawa ez şikir nekim? Lê ku ez jî lê siwar bûyî ma, kî zane
nuha ez li ku bûm. Loma jî dibê ez şikir bikim ku ez jî pê ra wenda nebûme.
Zengil
Mamoste ji xwendekarê derneng hatibû pirsî:
-Kurro çima tu her tim pîştî zengil lê dide tê?.
Xwendekar got:
-Rast e mamoste, lê tu bi qederê Xwedê dikî hela ka ji min
re bibêje, çima her tim berî ez werim zengil lê dide?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar