13 augusti 2020

Min Erdogan di xewna xwe da dît !

 Min vê sibê bi berbangê ra xewneke pir pîs, pir qebîh û bêyom dît. 

Gava ez bi xwe hesiyam ez matmayî mam. Min ji xwe ra got, ez çawa xewneke wiha derî aqil û hişan dibînim?


Ev qatilê kurdan çima ket xewna min?


Min xewna xwe ji xanimê ra got, ew jî matmayî ma, barek xeber jê ra da û got tobe, tobe, Xwedê bi xêrê bigerîne.


Ez xewna xwe ji we ra bibêjim.


Min vêsê Recep Tayyip Erdogan di xewna xwe da dît. Me tizbiyên xwe jî bi hev guhertin. Ez heneka nakim.


Ez nizanim cî ku der bû, mala wî bû ya jî dereke din bû. Ez û hevalekî bi hev ra bûn, havalê min kî bû nizanim. 


Erdogan jî li wir bû. 


Bi min ra pir samîmî, wek dostekî min be dipeyivî. Berî ez û hevalê xwe ji hundur derkevin, rabû hat ba min, bi rûkenî ji min ra got:


”Min bihîstiye tu ji tizbiyan pir hez dikî. Ez dixwazim tizbiya xwe bi vê tizbiya destê te biguherînim.”


Tizbiyeke reş di destê min da bû. Min got çi tizbiye, dibê ez tizbiya te bibînim. 


Tizbiyeke mohr û dirêj ji bêrîka xwe derxist û da destê min, got ev tizbiyeke pir bi qîmet e. 


Tizbiya sofiyan a nodûneh hebî bû. Lê pir xweşik bû. Gulikên zîvîn bi serê îmama wê ve bûn.


Min bala xwe dayê, min got, ne 33 heb e, ez tizbiyên wiha dirêj nakşînim û min tizbiya wî paş da dayê û berbî derve meşiyam.


Got, ”wele tizbiya min pir bi qîmet e, min dixwesat bidim te, lê wa ye tu naxwzî.”


Ez û havlê xwe ji hundur derketin. Li der, hevalê min ji  min ra got, Zinar, wele te şaşî kir, dibê te biguheranda. Tizbiya wî pir xweşik bû. Ez bim tu yê herî biguherînî. 


Li ser vê israra hevalê min, ez vegeriyam hundur û min ji Erdogan ra got, ”min biryara xwe guhert, ka were em biguherînin” . 


Ji ciyê xwe rabû, pir kêfa wî hat, tizbiya xwe da min û min jî ya xwe da wî û ez ji hundur derketim…


Ez bi xwe hesiyam, rabûm ser xwe, min lampa ber serê xwe vêxist û li saetê nêrî. Saet pêncê sibê bû. 

Fena ez ji kabûsekî xelas bibim. Ji ber ku xewn bû pir kêfa min hat. Lê dîsa jî ji vêsê da ye ev xewn wer di bîra min da ye, ev zebaniyê ber deriyê cahnimê û neyarê kurdan çima hat xewna min û maneya vê xewnê çi ye?


Xewn be jî ez xwe efû nakim, çawa dibe ez bi Erdogan ra tizibiyê diguherim ?


Ev neyarê kurdan çima hat xewna min?


Wek berê rimildar hebûna ezê biçiyama ba rimildarekî û minê tabîra vê xewna xwa ya qebîh jê bipirsiya, bira ji min ra rimil bavêta.


Lê nuha rimildar jî tunene. Belkî falavêjek, yekî ji tabîrê xewnan fêm dike xêra xwe ji min ra vê xewna min şirove bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE