12 augusti 2020

Li ser dînan û dînîtiyê

Îşev ez naxwazim dîsa qala xwe, qala karên min îro li mal kirine, qala teşxeleya xwe û xanimê bikim. Bira îro jî haya we ji halê min, ji jiyana min tunebe.

Hin rojan dibê meriv hin tiştên cihê bibêje, gezo jî her roj nayê xwarin. Dibê meriv hin mijarên nuh û balkêş bibîne.


Ez dixwazim îşev qala dînan û celebên dînan bikim. 


Ji bo ku meriv rastî dînan were êdî ne hewceye meriv here bajêr, li kuçe û kolanan çavên xwe li dînan bigerîne. 


Bi xêra medyaya sosyal meriv her roj rastî çend dînan tê. Vana ne dînên kerasê xwe diçirînin, ya jî xweliyê li serê xwe dikin. Fizîkî zirarê nadin kesî. Tenê ya bela xwe di hinekan didin ya jî, ya jî dikin pilepil, meriv fêm nake qala çi dikin. 


Yanî meriv kane bibêje dînên bêzirar in.
Vana dînên ”biaqil” in, nivîsan û twîttan dinivîsin, xelkê rexne dikin, qala edebiyatê dikin, xwe wek zanayên zimên dibînin, heta hinekên wan kitêb jî nivîsîne.


Heta ku meriv nivîsên wan, twîttên wan nexwîne, meriv nizane dîn in. Lê helbet ew xwe dîn qebûl nakin, ew xwe pir biaqil û yên ne wek xwe jî kêmaqil û totikvla dibînin.


Bêguman dînîtî jî, biaqilî jî îzafî ye, kî dîn e, kî biaqil e li gorî kesan tê guhertin. 


Mesele ez xwe ne super zeka, lê biaqilekî normal dibînim. Lê kesên ez wan dîn dibînim, belkî ew jî min dîn dibînin. 


Yanî mîtroyeke meriv pê biaqilan û dînan ji hev bigerîne tuneye, her kes ji aqilê xwe razî ye.
Paulo Coelho, dibêje, ”jiyana bêyî qevdek dînîtî,  jiyaneke kêm e.”


Li gorî Augustus Saint Gaudens jî, “sîr ji bo tirşiyê çi be, dînîtî jî ji bo sinet ew e. “


A.N.Whiteheadê fîlozof jî gotiye, “Dînek gelek tiştan fêrî biaqilekî dike, lê belê biaqilek nikane tiştekî fêrî dînekî bike.”


Bi baweriya min jî fîlozofê hêja rast gotiye, meriv nikane tiştekî fêrî dînan bike. Dînîtiya herî mezin ew e ku meriv dînekî rexne bike, pê ra têkeve minaqeşê, jê ra bibêje di filan meselê da tu şaş î, ev kurmanciya tu dibêjî kurmanciya “birincî” ye, di ser wê ra kurmancî tuneye, kurmanciyeke kelûkûtî ye, kurmanciya etarên mêrdînî û dimsfiroşên Qibalê ye. 


Gava meriv yekî dîn dît, dibê hevza xwe jê bike, xwe bi ber teqala wî nexîne. Riya herî baş ev e, dîn biaqil nabin…

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE