11 augusti 2020

Peymana Sewrê

Îsal sed saliya Peymana Sewrê ye. Bi Peymana Sewrê perçebûna Kurdistanê dest pêkir û bi Peymana Lozanê temam bû, Kurdistan kirin ça perçe û miletê kurd ket bin destê çar dewletan.


Yên Kurdistan perçe kirin û dan tirk û ereban û nehîştin kurd dewleta xwe ava bikin îngilîz û fransiz bûn. 

Peymana Sewrê, di 10ê tebaxa 1920a da li Fransayê, li bajarê Versayê di navbera dewletên Hevpeyman Dewleta Osmanî da hat îmzekirin.


Ev çend roj in kurd di medyaya sosyal da li ser Peymana Sewrê dipeyivin û bîr baweriyên xwe dibêjin, Peymana Sewrê çi bû, çi dida kurdan minaqaşe dikin.


Heger meriv mafê referandûmê, qebûlkirina kurd û Kurdistanê ji Peymana Sewrê derxe, tu ferqeke mezin di nabêna Sewrê û Lozanê da tuneye.

Ji ber ku naveroka Sewrê baş nehatiye zelalkirin piraniya kurdan Sewrê pir baş dibînin û ji xwe ra dikin refenrens. Lê ev şaşiyeke mezin e.

Dibê meriv Sewrê û Lozanê di medyaya sosyal da ji kurdan ra baş îzah bike, çend programan li ser çê ke, li ser binivîse. Sewrê çi dida kurdan, Kurdistan dikir çend perçe dibê meriv bi kinî îzah bike.
 Ji bo ku milet bizanibe Peymana Sewrê çi dida kurdan û Kurdistan çawa perçe dikir.

XXX

Piştî wêrankirina Eskîfê, tirk nuha jî dixwazin li Dêrsimê Munzûr tahrîb û tar û mar bikin.

Tirk dixwazin bi me ra, welatê me jî, siruşta(tebîeta)welatê jî ji ortê rakin.

Lema jî bi kîn û nefretke nedîtî, bi bêînsafiyeke mezin êrîşî me û siruşta welatê me dikin.

Ez dibêjim li dinyayê qewmekî ji tirkan hovtir û xerabtir tuneye. Em êsîrên hirçan, zebaniyan bûna halê me ewê baştir bûya.

XXX

Wezîrê karên derve yê Tirkê Mevlut Çavuşoglu li Lubnanê gotiye ”kî bibêje ez tirk im, ez tirkmen im emê hemwelatîtiya Komara Tirkiyê bidinê.”

Ji Çavuşoglu ra merivên antî-kurd, leşkerên li dijî kurdan şer bikin lazim in. Bi milyonanan ereb, uygur, qafqasî, afganên anîne têrê nake, bi anonsê ban hinekên din dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE