11 augusti 2020

Tu çima li halê min napirsî

Rojekê Xoce Nesredîn li gundekî waiz dida. Di axaftina xwe da qala gelek ewliya û enbiyan kir û got Hezretî Îsa li qatê çara yê asîman e.

Piştî waaz qediya kalekî xwe nêzî Xoce kir û jê ra got:

-Xoce, te got Hezretî Îsa li asîmanan li qatê çara ye. Ê nuha ew rebena li wir çi dixwe, çi vedixwe?

Xoce mizicî, got:

-Ji vêsê da ye ez li gundê we me, min gewrî li xwe qetandiye, tu ji min napirsî ez çi dixum, çi vedixum, ez tî me, ez birçî me! Lê tu li qatê çaran yê asîmanan li xwarin û vexwarina Pêxemberê Xwedê dipirsî.

 

Firotina bi buhayê kirînê

Du dizan bi hev ra hespek dizîn. Piştî çend rojan yekî ji yê din ra got, bibe vî hespî li derekê bifroşe. Hevalê wî got baş e û li hespê xwe siwar bû û çû. Bi rê da rastî yekî mişterî hat. Di bazarê da li hev kirin û mêrik hesp jê kirî. 

Lê yê mişterî got, divê berê ez bîstekê lê siwar bim hela ka çawa dibeze. 

Û xwe avêt ji ser pişta hêsp da û çû û hew hat.

Diz pa, pa, mêrik nehat. Destvala, kortika hustiyê xwe xurand û çû ba hevalê xwe. Hevalê wî got:

-Te firot?

Got:

-Erê min firot.

-Te bi çi firot?

Got:

-Me bi çi kirîbû min bi wê firot, yanî bi sermuanê xwe çû.

 

Balgî

Yekî dîn boriyek pir mezin dabû ser milê xwe û bi lez dimeşiya. Bi rê da dînekî din rastî wî hat û jê ra got:

-Ma tu vê boriya hewqasî mezin dibî ku?

-Ez dibim mal, ezê bikim balgî û bidim ber serê xwe.

Dînê din got:

-Lawo borî cara dibe balgî! Ma ewê serê te ne êşe?

Dînê xwediyê boriyê got:

-Law diyar e serê te qet naxebite, helbet ezê wiha bi kar neynim. Ezê hundurê wê tije pembo bikim.

Li ser vê bersîvê, dinê din got:

-Haaa, a wê demê dibe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE